Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Rêveberiya Navendî ya Partiya Demkratîk a Gelan (HDP) êrîşa ku duh ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve li dijî binkeyeke tendirustiyê li Şingalê hatiye encam dan şermezar kir û got: “Bi bombebarankirina nexweşxaneyan û cihên niştecihbûna sivîlan tawaneke şer hatiye encam dan.”
Li gundê Sikênêyê ser bi qezaya Şingalê ve duh Sêşemê 17ê Tebaxa 2021ê binkeyeke tendirustiyê ji aliyê firokeyekê şer ve hat armanckirin û medyaya ser bi PKKê ve jî ragihandibû ku, ew êriş ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye pêkanîn.
Encûmena Rêveberiya Navendî ya HDPê bi daxuyaniyeke nivîskî ew êrîş şermezar kir.
HDPê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê kir ku “desthilata AK Partiyê dijmindariya li dijî Kurdan ji xwe re kiriye polîtikayeke serekî” û got:“ Desthilata AKPê di van rojên dawî de li Şingalê jî êrîşên xwe zêde kirine. Şingal ku rojek berî niha jî bibû armanca êrîşan îro careke din hate bordûman kirin."
HDPê di daxuyaniya xwe de ev êrîş weke tawana şer bi nav kir û got: “Di êrîşî de kesên sivîl hatin armanckirin, bi bombebarankirina nexweşxaneyan û cihên niştecihbûna sivîlan bi awayekî eşkere tawaneke şer hate encam dan.”
HDPê dibêje: “Îro li pêş çavê hemû cîhanê tarîtiya Talîbanê li Afganîstanê bû dramek. Bi heman awayî dixwazin li rojhilata navîn û Şengalê jî heman dramê bi Kurdan jî bidin jiyan kirin.”
Di beşeke din a daxuyaniya xwe HDPê amaje bi wê yekê kir ku “desthilata AK Partiyê bi encamdana van êrîşan hemû nirxên mirovî û hevpeymanên navdewletî binpêdike” û got: “Desthilata AKPê dê hesaba van êrîşan hem di warê siyasî, hem jî di warê hiquqî de bide.”
HDPê bang li hemû aliyên xwedî hêz kir ku ew li hember van êrîşên li dijî Şingalê bêdeng nemînin û got: "Em weke doh, îro jî piştevaniya îradeya xwe birêvebirina gelê Şengalê dikin.”
HDPê herî dawî di daxuyaniya xwe de ew êrîş bi tundî şermezar kir û got:”Em ti polîtîkayeke ku îradeya gelê Şingalê nasneke qebûl nakin.”
Firokeyeke şer duh binkeyeke tendirustiyê li gundê Sikêniyê ser bi navçeya Şingalê ve bombebaran kir û li gor zanyariyên Rûdawê bi dest xistine di encama êrişî de 5 kesan canê xwe ji dest dane.
Pêr Duşemê 16ê Tebaxê jî navenda qezaya Şingalê hatibû bombebarankirin û di encamê de fermandarekî YBŞê yê bi navê Seîd Hesen û şervanekî YBŞê canên xwe ji dest dabûn û herwiha 3 kes jî birîndar bûbûn.
YBŞê û Heşda Şeibî herdu aliyan bi du daxuyaniyên cuda ragihandin, ku Seîd Hesen fermandarê wan bûye. Heşda Şeibî gotiye, Seîd Hesen fermandarekî hêza wan a Êzdî bûye.
YBŞê jî destnîşan kiribû, ku ew êriş jî bi heman awayî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye encam dan û di 3emîn salvegera kuştina Zekî Şingalî de hatiye pêkanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse