Hewlêr (Rûdaw) - Hesabekî bi navê "Harita Bilgini" li ser medyaya civakî, amarên nexşeya nûçeyan a Tirkiyeyê parve kir.
Li gorî van daneyan, Rûdaw li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê di Googleyê de malpera nûçeyan a herî zêde lê tê gerîn e.
Li gorî nexşeya ku bi referansa Google Trendsê hatiye amadekirin, kanalên nûçeyan ên ku di 90 rojên dawî de li Googleyê herî zêde lê hatiye gerîn, li gorî parêzgehan ji hev gelekî cuda ne.
Di analîzê de hat dîtin ku li 10 parêzgehan Rûdaw, li 18 parêzgehan A Haber û li 53 parêzgehên mayî jî Halk TV di rêza yekem de cih digire.
Li gorî daneyan, Rûdaw li van 10 parêzgehan bûye çavkaniya nûçeyan a herî zêde lê tê gerîn: Mêrdîn, Amed, Êlih, Şirnex, Sêrt, Colemêrg, Wan, Bedlîs, Mûş û Agirî.
Di analîzê de hat diyarkirin ku Rûdaw ji bo nêzîkî 5 milyon û 967 hezar welatiyên li vê herêmê çavkaniya sereke ya nûçeyan e.
Her wiha hat destnîşankirin ku Rûdaw li herêmê di rêza yekem de û li seranserê Tirkiyeyê jî saziya medyayê ya sêyem e ku herî zêde lê tê gerîn.
Hesabê "Harita Bilgini", piştî parvekirina daneyan ji şopînerên xwe pirsî, "Hûn herî zêde kîjan saziya medyayê dişopînin?"
Li gorî daneyên Semrushê ku malperên herî zêde tên ziyaretkirin parve dike, Rûdaw di meha tîrmehê de li Tirkiyeyê bi 13 milyon û 720 hezar xwînerên mehane yek ji malperên nûçeyan ên herî pêş e.
Li Tirkiyeyê di nav saziyên navneteweyî de ya herî zêde lê tê gerîn Rûdaw e
Li gorî lêkolîna platforma dijîtal a serbixwe Journo ku par meha tebaxê daneyên bi heman rengî eşkere kiribûn, Rûdaw di nav saziyên nûçeyan ên navneteweyî yên ku li Tirkiyeyê weşanê dikin de li Googleyê bûbû saziya herî zêde lê tê gerîn.
Malpera medya û rojnamegeriyê Journo, di nûçeya xwe ya bi sernavê "Bi du nexşeyan: Li kîjan parêzgehê, kîjan saziya nûçeyan a navneteweyî zêdetir tê gerîn?" de li encamên gerîna Googleyê lêkolîn kir.
Platformê di rêzenivîsa xwe de daneyên gerînê yên BBC Turkçe, Rûdaw, Sputnik û Al Jazeerayê wekî bingeh girt û ew dan ber hev.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku di nava salekê de ji nav van 4 saziyan, li Tirkiyeyê Rûdaw ya herî zêde lê hatiye gerîn bûye.
Li gorî nexşeya di nûçeyê de, Rûdaw bi rêzê li Sînop, Çankiri, Bedlîs, Agirî, Colemêrg, Şirnex, Wan, Amed, Mêrdîn û Îdirê di rêza yekem de bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse