Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê, nasnameya kesekê aşkere kir ku ser bi opozîsyona Sûriyê ve ye û li rêya navdewletî M4ê li Rojavayê Kurdistanê hejmareke xelkê sivîl kuştine ku di nav wan de Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef jî heye.
Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyê Demokratîk (HSD) Mistefa Balî li ser hesaba xwe ya Twîtterê wêneyê yek ji wan çekdaran belav kir û ragihand, “Hatim Ebû Şeqra, bikujê 9 kesên sivîl li ser rêya M4 ku yek ji wan kesan jî Hevrîn Xelef e.”
Mistefa Balî herwiha aşkere kir ku ew çekdar pêştir cîhadîstekî di nav El Qaîdê de bû û niha li gel grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê kar dike ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştevanîkirin û navê ‘Artêşa Niştimaniya Sûriyê’ li xwe kirine. Balî herwiha diyar kir, “Tirkiye dibêje ez dê bi van grûpan aramî û seqamgiriyê bînim.”
Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef roja 12.10.2019an li ser rêya di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de di otomobîla xwe de rastî êrişeke grûpên çekdar hat û canê xwe ji dest da.
Hevrîn Xelef, xelka herêma Dêrikê bû û endezyar bû. Di adara sala 2018an de, Partiya Sûriyeya Pêşeroj hatibû damezirandin û Hevrîn Xelf weke Sekretera Giştî ya wê partiyê hatibû hilbijartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse