Nêçîrvan Barzanî û Davutoglu: Serketina pêvajoyê ji bo herêmê girîng e

18-11-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Ahmet Davutoglu Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu got ku Serketina pêvajoyê çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo herêmê girîng e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Dihokê Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê her du aliyan di civînê de pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê yên bi Tirkiyeyê re û rewşa giştî ya herêmê gotûbêj kirin.

Her du serkirdeyan tekezî li ser serxistina pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir û hevnêrîn bûn ku serkeftina wê dê bandoreke erênî li ser tevahiya herêmê bike.

Wan di vê çarçoveyê de, piştgiriya hemû aliyan ji bo pêvajoyê wekî gaveke girîng bi nav kir.

Di civînê de her wiha, encamên hilbijartinên parlamentoya Îraqê û paşeroja pêvajoya siyasî ya Îraqê jî hatin nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst