Li Kerkûkê êrişî ofîsa Şaxewan Ebdullah hat kirin

19-01-2022
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Şaxewan Ebdullah Parlamentoya Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ji Rûdawê re ragihand ku îro bi bombeyên destî êriş li ser ofîsa wî ya li Kerkûkê hatiye kirin.

Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah, ji Rûdawê re ragihand, îro demjimêr 19.25ê êvarî, bi bombeyên destî êriş li ser ofîsa wî ya li nêzikî xaçerêya Îxwan a li taxa Rehîmawa ya Kerkûkê hatiye kirin.

Li gor daxuyaniya Şaxewan Ebdullah ziyana canî ya wê êrişê nebûye, lê ziyan gihiştiye avahiya ofîsê û got jî, “Hêzên emnî gihiştine cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirine.”

Ev di demekê de ye ku roja 13ê vê mehê, Liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê rastî êrişê hatibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst