Hewlêr (Rûdaw) - Hoşyar Zêbarî ragihand ku wî û Konsulê Tirkiyeyê yê Hewlêrê behsa civîna Serok Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî kiriye.
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihand ku wan îro li Herêma Kurdistanê bi Konsolê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu re civînek kiriye.
Hoşyar Zêbarî bi rêya hesabê xwe yê Facebookê wêneyên civînê belav kirin û got:
"Me îro Konsolê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Birêz Erman Topçu pêşwazî kir.
Me derbarê gelek mijarên hevpar de guftûgo kir.
Di nav wan mijaran de civîna Serok Barzanî û Birêz Mezlûm Ebdî jî hebû.”
Hoşyar Zêbarî diyar kir ku mijarên wekî “Sûriye, Îraq û rewşa niha ya herêmê” jî hebûn.
Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyeyê ya Hewlêrê jî li ser civînê ragihand:
"Em bi Wezîrê Karên Derve yê berê yê Îraqê û Endamê Polîtburoya PDKyê Birêz Hoşyar Zêbarî re civiyan û me li ser mijarên dualî û herêmî şêwir kir.
Em ji bo mêvandariya wan a her tim spasiya birêz Zêbarî dikin."
Hoşyar Zêbarî roja pêncşemê (16 Kanûna Paşîn a 2025an) ragihand ku Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî li Hewlêrê civiyane.
Hoşyar Zêbarî dabû zanûn ku ev civîn ji bo xurtkirina yekrêzî û pêgeha Kurdan a li hemberî desthilata nû ya Şamê girîng e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse