Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku biryarnameya Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer, yek alî ye û ew nikare biryara qedera gelekî bide.
Hevberdevka Înîsîyatîfa Yekîtîya Demokratîk û Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît derbarê biryarnameya Ehmed Şer a li ser naskirina zimanê Kurdî û mafên Kurdan ji Rûdawê re axivî.
Gulcanê diyar kir ku ev nêzîkbûn yekalî ye û got," Ehmed Şer yek alî nikare biryara qedera gelekî bide."
“Em vê pergalê erênî nabînin”
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê destnîşan kir ku ziman her dem bûye qada şer û hewldana sepandina navê "Anatoliyayê" bi ser Kurdistanê de qebûl nakin.
Parlamentera Kurd got, “Wekî Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk em vê pergalê erênî nabînin.
Ew hişmendiya ku li Tirkiyeyê heye, îro li ser axa Sûriyeyê jî derketiye holê. Em Kurdên Bakurê Kurdistanê 100 sal in guh didin van çîrokan.”
Gulcanê li ser mijara perwerdeya bi zimanê Kurdî rexne li Şamê girtin ku zimanê Kurdî tenê wekî "derseke bijarte" hatiye danîn û wiha pê de çû:
“Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Em çima hewceyî wê bin ku di heftiyê de du saetan daxwaza dersa bijarte bikin?
Zimanê me zimanê dayîka me ye. Ji bo biryarekê divê her du alî li ser maseyê bin û bi hev re dan û standinê bikin.”
“Bawerî bi hikûmeta demkî tune ye”
Parlamentera Kurd bal kişand ser wê yekê ku desthilata niha ya li Şamê demkî ye û loma biryarên wê nayên bawerkirin.
Gulcanê bi bîr anî ku di 10ê Adara 2025an de jî mutabaqatek hebû lê nehate bicihkirin û got:
“Hikûmeta demkî hinek tiştan datîne ber me lê bawerî bi vê tune ye. Îro şer dijwar û kûr bûye. Ç
Alîyek were û bêje ‘min biryar da, tu jî li gorî vê tevbigere’, ev tişt nayên qebûlkirin. Divê bingeh were avakirin û gelê Rojavayê Kurdistanê bi xwe biryarê bide.”
Eşkerebûna hişmendiya yekperest
Hevberdevka Înîsîyatîfa Yekîtîya Demokratîk di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku Rojavayê Kurdistanê bi berxwedanê hatiye avakirin û destkeftiyên gelê Kurd li wir hene.
Gulcanê da zanîn ku eşkere ye ev hişmendiya yekperest naxwaze Pirsgirêka Kurdan bi rastî çareser bike, dixwaze destkeftiyan li gorî daxwaza xwe dîzayn bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse