Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Îraqê ragihand ku ew li ser tundkirina sînoran berdewam in û amade ne bersiva her gefê bidin ku li ser sînor çêbibe.
Wezaret derbarê bûyerên dawî yên li Sûriyeyê jî diyar dike ku ew çavdêriya rewşê dikin.
Birêvebirê Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ya Îraqê Tehsîn Xefacî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Tehsîn Xefacî got, "Hêzên federal û Pêşmerge li ser sînoran di amadebaşiya temam de ne ji bo rûbirûbûna her derbasbûna li sînoran û di hemû waran de hevahengî û pevguhertina zanyariyan di navbera me de heye."
Tehsîn Xefacî her wiha got, "Loma çi rewş rû bide, çi li sînorê Herêma Kurdistanê be ku Pêşmerge lê berpirsyar e, çi jî ew sînorê ku di bin desthilata hikûmeta federal de be, amadehiya me ya bersivdanê heye."
"Hêza me heye em bersivê bidin"
Birêvebirê Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ya Îraqê diyar kir:
"Hêza me li ser sînoran heye ku em bersiva gefan bidin û her kesê ku hewl bide derbasî nav welêt bibe bigirin an bikujin.
Karên me berdewam dikin û em bi hûrgilî çavdêriya komên terorîst dikin."
Derbarê bipêşketinên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, Tehsîn Xefacî got:
"Em çavdêriya rewşê û wan bûyeran dikin ku li Sûriyeyê rû didin, di heman demê de sînorên me parastî ne û ezmûna me ya miameleya bi komên terorîst re li herêmên cografî yên herî zehmet de heye."
Xefacî destnîşan kir ku hêzên wan di hevkariya bi civaka navneteweyî re ya ji bo rûbirûbûna rêxistina DAIŞê berdewam dikin û wiha axivî:
"Pevguhertina zanyariyan û şopandina wan karê me yê berdewam û yê civaka navneteweyî ye."
Hêzên zêde şandin ser sînor
Derengiya şeva borî dîmenên çûna hêzên ewlehiyê ya sînorê Îraq-Sûriyeyê li Nînovayê hatin belavkirin.
Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Meclisa Parêzgeha Nînovayê Mihemed Casim Kakeyî ji Rûdawê re got:
"Çûna wan hêzan piştî wê yekê hat ku artêşa Sûriyeyê hinek deverên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kontrol kirin.
Li wê deverê çend girtîgeh hene ku komek DAIŞî û malbatên wan tê de ne."
Doh di dema pevçûnên di navbera hêzên Artêşa Sûriyeyê û HSDyê de, Hevserokê Kar û Barên Koçber û Penaberan ê Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ji Rûdawê re gotibû:
"Ji ber êrişa çekdarên Tehrîr El Şamê (ku beşeke sereke ne ji hikûmeta demkî ya Sûriyeyê) metirsiyeke cidî li ser kamp û girtîgehên çekdarên DAIŞê çêbûye, ji ber ku ew jî wekî DAIŞê êriş dikin."
Şêxmûs Ehmed diyar kir, "Hat gotin ku girtî reviyane, loma hikûmeta Îraqê piştgiriya leşkerî ya zêdetir şand sînor da ku eger hinek ji van Îraqî bin berê xwe nedin Îraqê."
Hikûmeta Îraqê sê hêlên ewlehiyê ji bo parastina sînorên xwe danîne; di hêla yekem de Hêzên Fermandariya Pasevaniya Sînor, di hêla duyem de artêş û di ya sêyem de jî Heşdî Şebî bicih bûne.
Derbarê wan hêzên ku şeva borî çûne ser sînoran, Mihemed Kakeyî ragihand:
"Ew hêzên Heşdî Şebî bûn, ji bo piştrastbûna ji sînoran ew tevger kirin lê tiştekî nexwestî li wan sînoran rû nedaye."
Sînorê Îraq û Herêma Kurdistanê bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re 618 kîlometre ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse