Serokê AK Partî yê bajarê Amedê diyar bû

19-02-2021
RÛDAW
Nîşan Parêzer Şerif Aydin AK Partî Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî Serokê AK Partî yê bajarê Ameda Bakurê Kurdistanê Suleyman Serdar Budak dest ji kar berda, Şerîf Aydin anîn cihê wî.

Serokatiya Teşkîlata Navendî ya Giştî ya AK Partiyê li Amedê ji bo serokatiya bajêr li ser navê Şerîf Aydin lihev kirine.

Parêzer Şerîf Aydin li Baroya Diyarbekirê tomarkirî ye û li dijî Bankaya Navendî bi serlêdana gilîkirinê hatibû rojevê.

Şerîf Aydin di sala 1979an de ji dayîk bûye.

Di sala 2001an de Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê qedand.

Şerfî Aydin zewicandî û bavê 5 zarokan e. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst