HISÎÇA - Di navbera hêzên Şamê û êşiran de şer derket

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hisîça Eşîra Şemer Petrol Hêzên Şamê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Til Koçerê yê parêzgeha Hisîçayê (Hesekê), di navbera çekdarên eşîra Şemer û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de şer derket.

Eşîrên Ereb naxwazin bîrên petrolê radestî hikûmeta Sûriyeyê bikin.

Eşîr dibêjin, "Bîrên petrolê milkê me ne û em nadin ti kesî."

Çekdarên eşîran çek hilgirtine û bîran diparêzin.

Li bajarokê Til Koçerê yê parêzgeha Hisîçayê, di navbera çekdarên eşîra Şemer û hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê de şer derket.

Di şer de 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Hikûmet dixwaze hêzên Senadîdê fesih bike.

Hêzên Senadîd hêza leşkerî ya eşîra Şemer e û berê di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de cih digirt.

Li gorî zanyariyan, Eşîra Şemer daxwaza hikûmetê ya radestkirina bîrên petrolê red kiriye û ji ber wê yekê şer derketiye.

Di dîmenan de tê dîtin ku kuştî û birîndarên eşîra Şemer tên veguhastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst