ENKS: Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de werin misogerkirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Destûra Sûriyeyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS), roja çarşemê civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê li dar xist.

Di civînê de tekezî li ser çespandina mafên gelê Kurd a di destûra paşerojê ya Sûriyeyê de hat kirin.

Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li ser civîna xwe daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyeke ENKSyê, di civînê de qala vexwendina hikûmeta Sûriyeyê ya ENKSyê hat kirin.

Desteya Serokatiyê ya ENKSyê hûrgiliyên civînên xwe yên li gel Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî eşkere kirin.

Hat zanîn ku di wan civînan de pêwîstiya çespandina mafên gelê Kurd a di destûrê de û beşdariya rasteqîn a Kurdan di birêvebirina Sûriyeyê de hatine destnîşankirin.

Her wiha Desteya Serokatiyê ya ENKSyê, li ser civîn û çalakiyên xwe yên li Şam, Qeter û Herêma Kurdistanê agahî dan.

Spasiya Herêma Kurdistanê kirin

Li gorî daxuyaniyê, ENKSyê ew helwestên ku piştgiriyê didin doza Kurdan a li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bilind nirxandin.

ENKSyê bal kişand ser rola Herêma Kurdistanê û got.

"Em bi taybetî helwestên Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî bilind dinirxînin."

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku beşdarên civînê bal kişandiye ser girîngiya yekrêziya helwesta Kurdan û pêwîstiya xebata bi hev re.

Ev yek ji bo xizmetkirina doza Kurdan û misogerkirina mafên gelê Kurd ên di destûra welêt de wekî xaleke jiyanî hat dîtin.

Di dawiya civînê de, endamên ENKSyê li ser girîngiya bipêşxistina ENKSyê li hev kir.

Wan xwest ku ENKS çalaktir bibe û karibe projeya neteweyî ya Kurdan bi rê ve bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst