Hewlêr (Rûdaw) - Pêşangeheke wêneyan li navçeya Farqînê ya Ameda Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin.
Xwendekarên dibistanê wêneyên ku xêz kirine di pêşangehekê de nîşan dan.
Pêşangeh bi sernavê "Veguherîna Paşma û Bermayiyan ji bo Hunerê" ji aliyê dibistana seretayî û navîn a Eşme Omer Kiraslan ve hatiye vekirin.
Xwendekara bi navê Avşîn Uçakê got, "Em ji xwendingeha Eşme Omer Kiraslanê hatine. Di vê pêşangehê de tiştên ku bi kêrî me nayên me veguherandine.
Me ev bi rojnameyan çêkirine û ev der jî me ji serê firçeyan çêkir. Me binê wê jî ji alîmînyum folyoyê çêkiriye."
Mamosteyê Kurdî yê dibistanê Seyfullah Tutan dîmen ji Rûdawê re şandine.
Xwendekaran bi destên xwe yên biçûk, huner û fikrên mezin afirandine û di pêşangehê de nîşan dan.
Di çêkirina wêne û tabloyan de bermahî hatine bikaranîn
Xwendekar Safiye Nur Yildizê jî got, "Min ev wêne ji bo ku zilma li ser miletê Filistînê tê kirin nîşan bidim xêz kir. Ev rengên Alaya Filistînê ne."
Şaredariya Farqînê jî piştgiriya pêşangehê kiriye. Di berhemên hatine xêzkirin û çêkirin de behre û hişyariya xwendekaran a li hember xwezayê bal kişand.
Xwendekar Hanî Sayarê jî got,"Tiştên ku tên avêtin em ji nû ve dinirxînin. Min ev wêne bi slîkonê çêkir û min piştre ev kulîlk têde boyax kirin û wiha çêbû."
Pira dîrokî ya Malabadê ya li Farqînê jî, yek ji berhemên pêşangehê bû ku van demên dawî li ser medya civakî Êlihî û Amedî li ser şerê wê dikin.
Amedî dibêjin Pira Malabadê ya me ye û Êlihî jî dibêjin nexêr em in xwediyê wê.
Xwendekarê bi navê Adem Uçak bi vî wêneyê xwe dawiyê li wan nîqaşan tîne û dibêje:
"Min Pira Malabadê çêkiriye. Hemû ji paşmayan hatiye çêkirin da ku gelê me bê û lê binêre.
Ez dixwazim balê bikşînim ser wê yekê ku Pira Malabadê pira Farqîniyan e û ne ya Elhiyan e. Elihî gelekî li ser xeber didin lê ev pir pira Farqîniyan e."
Pêşangehê sê rojan berdewam kir. Xwendekarên dibistanê 130 wêne û berhemên cûda tê de nîşandan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse