Hewlêr (Rûdaw) - Nûciwanekî Kurd ê ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bi tena serê xwe di rêyên zor û zehmet de xwe bi qaçaxî gihandiye bajarê Bonnê yê Almanyayê.
Nûciwanê bi navê Mistefa Ebas ku temenê wî di navbera 15-16 saliyê de ye bi tenê ji Kobaniyê dikeve rê, di ser Şam, Libya û Îtalyayê re xwe digihîne bajarê Bonnê yê Almanyayê. Bi gotina Mistefa bavê wî derdora 9-10 dolar pere daye qaçaxçiyan daku kurê wî bigihînin Almanyayê.
Mistefa Ebas derbarê çîroka xwe ya çûna Almanyayê de wiha dibêje “Ez ji Kobaniyê bi otobusê çûm Şamê, ji Şamê jî bi balafirê çûm Lîbyayê û ji Lîbyayê bi keştiyê çûm Îtalyayê.”
Herwiha Ebas diyar kir ku ew derdara 7 rojan di keştiyê de di nav avê de mane ji bo ku xwe bigihînin Îtalyayê û ew gelek tirsiyaye di dema rêwîtiya deryayê de û wiha ragihand “3 mirov li pêş çavên min mirin. Derdora 450-500 kes di keştiyê de bûn. Min derora 9-10 hezar dolar da qaçaxçiyan û bavê min hemû deyn kir.”
Niha jineke Alman a bi navê Carola Moussa ku hevjînê wê Kurdê Efrînê ye xwedî li Mistefa Ebas derketiye û alîkariya wî dike.
Carola Moussa derbarê naskirina Mistefa de wiha dibêje “Min xwe li daîreya ciwanan tomar kir, ji bo ku ez bi awayekî xwebexş alîkariya ciwanên biyanî yên temenê wan kêmî 18 salî bikim, ez li wê daîreyê 6 hefteyan beşdarî work shop bûm, min pirs kir ez dikarim nûciwanekî Kurd bibîmim û alîkariya wî bikim bikim, ji ber ku ez hinekî bi kurdî diaxifim, wan pêşniyar kirin ku ez bi Mistefa re mijûl bibim.”
Li ser ji hev fêmkirina bi Mistefa re Carola Moussa wiha tîne ziman “Mistefa niha fêrî Almanî dibe, ew ji 12 meha 12 ve li dibistanê ye, ew hêdî fêrî almanî dibe, ji ber ku Almanî zimanekî zehmet e. Destpêkê em hinekî bi kurdî axifîn, hinekî bi riya wergera Google, hinek caran bi riya Google wergera Erebî, lê ji ber ku ez bi Erebî nizanim, dema ku tiştekî zehmet heba jî hevjînê min alîkariya min dikir.”
Selah Moussa hevjînê Carola ku karsazekî Kurdê Efrînê ye û ev 44 sal in li Almanyayê dijî da zanîn ku wan Mistefa di rêya rojnameya Bonnê de dîtine û wiha berdewam kir “Şaredariya Bonnê bangek di rojnameyê de belav kiribû, malbatên Alman ên kanin li kelaka zarokên kêmî 18 salî bisekinin heta temenê wan dibe 18 salî kê amade ye? em fikirin me got eger Kurdek di nav de hebe xort be an keç be emê xwedî lê derkevin. Şansê me jî Mistefa derket.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse