Çekdarên grûpa Ceyş el-Şerqiye rê nadin 2 welatiyên Kurd ku vegerin mala xwe ya li gundê Xalta ser bi Cindirêsê.
Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa Ceyş el-Şerqiye ya opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê rê nade 2 welatiyên Kurd vegerin mala xwe.
Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ji Rûdawê re got, çekdarên grûpa Ceyş el-Şerqiye rê nadin 2 welatiyên Kurd ku vegerin mala xwe ya li gundê Xalta ser bi Cindirêsê.
Mistefa Şêxo herwiha got, dema herdu welatiyên Kurd Elî Reşo û Ebdulrehman Îsa xwestine vegerina mala xwe ya li gundê Xalta, çekdarên Ceyş el-Şerqiyê rê nedane wan û heta niha li derveyî gundê xwe mane.
Çalakvanê Efrînî da zanîn ku ew herdu welatî ji Helebê û ji Libnanê vegeriyane herêma Efrînê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse