Artêşa Sûriyê hêza xwe li Minbicê zêde dike

19-06-2023
RÛDAW
Artêşa Sûriyê hêza xwe li Minbicê zêde dike
Artêşa Sûriyê hêza xwe li Minbicê zêde dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Sûriyê bi dehan tank, top û serbazên xwe şandin Minbicê ku bajareke stratejîk e û yek ji wan navçeyan e ku navê wê di nav gefên berpirsên Tirkiyê de zêde derbas dibe.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, îro artêşa Sûriyê bi dehan Tankên T7-2 û zirîpoşên BMB û otombîlên serbazî ji herdu lîwayên 105 û 103 yên hêzên Komarî şandine navçeyên di bin kontrola HSDê de li bajarê Minbic û gundê Erîme.

Heta niha HSDê û Hikûmeta Sûriyê tu daxuyanî li ser şandina wan hêzan nedaye.

Artêşa Sûriyê ji cotmeha sala 2019an ve, piştî rêkeftina Tirkiyê û Rûsiyê hêzên xwe şandine navçeyên sînorî yên di navbera HSDê û Tirkiyê de, xalên xwe li ser sînor danîne.

Minbic

Bajarê Minbicê dikeve bakur rojhilatê Helebê Kurd û Ereb pêkhateyên sereke yên herêma Minbicê ne, lê pêkhateyên din jî li herêmê dijîn.

Minbic di sala 2016an de û piştî operasyoneke serkeftî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û piştevaniya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, Minbic ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin û dema şeş salan e ku di kontrola Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst