Agirê li daristanên Îlamê hate kontrolkirin

19-07-2019
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Îlam. Agir Daristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agirê ku ji roja Çarşembiyê ve bi daristanên navçeyeke parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê ketibû, hat kontrolkirin.

 

Rêvebirê Giştî yê Çavkaniyên Sirûştî li parêzgeha Îlamê, Riza Ehmedî da xuyakirin, piştî hewldaneke mezin agirê ku li navçeya Bol bi daristanên deverê ketibû, hate kontrolkirin.

 

Riza Ehmedî amaje bi zehmetiyên jibo kontrolkirina agir li wê herêmê kir û got, ji ber rabûna bayekî xurt û pêgeha cografî ya wê navçeyê ku navçeyeke çiyayî ye, û herwiha kêmbûna karîn û şiynanên hikûmetê, karê kontrolkirina agirê ku bi darsitanên navçeya Bol ketibû, gelek zehmet bibû, lê herî dawî ew agir bi hewldanên tîmên agirvemirandinê û çalakvanên jîngehparêz hat kontrolkirin.

 

Riza Ehmedî tekez kir, di encama şewatê de zirarke mezin gihîşte wê deverê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst