RIHA - Zarokê ku şkence lê hatibû kirin mir

19-11-2025
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Riha Muhamed Kendiricî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihayê zarokê ku bi kompresora hewayê şkence lê hatibû kirin mir.

Li gorî agahiyên Rûdawê, li navçeya Hewagê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Çiriya Paşîn li kargehekê kesekî bi navê Habîp Aksoy (20) û hevalekî wî bi kompresora hewayê, hewa berdabûn nav laşê Muhamed Kendirciyê 15 salî.

Ji ber hewaya ku çûbû nav laş û hinavên wî tenduristiya Muhamed Kendiricî têk çû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendursitiyê çûn cihê bûyerê û tîman ew bir Nexweşxaneya Zanîngehê ya Harranê.

Muhamed Kendircî îro li nexweşxaneya ku hat dermankirin mir.

Habip Aksoy 14ê Çiriya Paşîn piştî karên îfadewergirtinê hatibû berdan lê pişt re dema ku xwestibû bi rêya Balafirgeha Dîlokê bireve derveyî welat, bi fermana Serdozgeriya Komarê dîsa hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst