Nifşê yekem ê pisîkên Wanê yê 2020ê ji dayîk bûn

20-02-2020
RÛDAW
Pisîkeke Wanê mehek berê çar çêlîk anîn dinyayê û ‎niha çêlîkên ên din jî çêdibi
Pisîkeke Wanê mehek berê çar çêlîk anîn dinyayê û ‎niha çêlîkên ên din jî çêdibi
Nîşan Amerîka Iraq Kurd Donald Trump Nêçîrvan Barzanî Pîsika Wanê Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nifşê yekem ê pisîkên Wanê li Bakurê Kurdistanê ku bi çavên xwe yên yek şîn û yek zer tên naskirin, ji dayîk bûn û çavê xwe vekirin. 

Rêveberê Navenda Lêkolînan a Pisîkên Wanê Prof.Dr. Abdullah Kaya dibêje ku her pisîkeke Wanê 4 çêlîkan tîne.

Pisîkên Wanê ku bi rengê çavên xwe yên cuda û pirça xwe ya spî wek berfê li cîhanê tên naskirin, li Vîlaya Pisîkan a Wanê tên bixwedîkirin û parastin. Di hemû demsalan de xelk serdana wan dikin û demeke xweş derbas dikin.

Nifşê yekem ê Pisîkên Wanê yê 2020ê ji dayîk dibin. Pisîkeke Wanê mehek berê çar çêlîk anîn dinyayê û niha çêlîkên ên din jî çêdibin. 

Rêveberê Navenda Lêkolînan a Pisîkên Wanê Prof.Dr. Abdullah Kaya dibêje ku heta Cotmehê dê jidayîkbûna pisîkên Wanê berdewam be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst