Agirê Newrozê li Rojavayê Kurdistanê jî hate pêxistin

20-03-2022
RÛDAW
Agirê Newrozê li Rojavayê Kurdistanê jî hate pêxistin
Agirê Newrozê li Rojavayê Kurdistanê jî hate pêxistin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Agirê Newrozê Cejna Newrozê Kobanî Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê Cejna Newrozê ji aliyê gelê Kurd ve bi  coş û kelecan tê pîrozkirin

Li bajar û bajarokên cuda yên Rojavayê Kurdistanê agirê Newrozê hate vêxistin û xelkê Rojava bi coş û kelecan Newrozê pîroz dikin.

Li bajarê Qamişlo yek ji cihên ku agirê lê hat pêxistin li pêşiya avahiya partiya Pêşverû ya li Qamişlo bû.

Herwiha li bajarê berxwedanê Kobanî jî bi beşdariya xelkê bajêr ahengên cejna Newrozê hatin lidarxistin û agirê Newrozê hat pêxistin û bi coşeke mezin cejna Newrozê hat pîrozkirin.

Li Bajarê Girkê Legê jî, li ser daxwaza xwecihiyên Girkê Legê û Çil Axa bi amadebûna gel agirê Newrozê bilind bû.

Li aliyê din îro li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê cejna Newrozê hat pîrozkirin û şehîdên Newroza Hesekê hatin bibîranîn.

Rêxistina Hewlêrê ya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya bi boneya şeva Newrozê û salvegera teqîna ku li bajarê Heskê rûdayî çalakiyek li darxist li darxist. Di wê çalakiyê de ji bilî bîrînana şehîdan, agirê Newrozê jî hat pêxistin.

20ê Adara 2015yan jî, 2 çekdarên xwekuj ên DAIŞê, ahengeke cemawerî li bajarê Hesekê kire armanc û xwe û 2 otomobîl tê de teqandin, bi sedema wê jî bêhtir ji 50 welatiyên sivîl şehîd bûn û nêzîkî 100 kesên din jî birîndar bûn. Aniha jî ji aliyê grûpên çekdar ve astengî ji bo ahenggêrana Newrozê dirust dibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst