Donald Trump ji bo Newrozê peyamek belav kir: Newroz Pîroz

20-03-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê ji bo Newrozê peyamek belav û got, "Li ser navê Amerîkayê, ez silavên xwe yên herî germ ji bo cejneke dilşad pêşkêş dikim. Newroz Pîroz!"

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo kesên ku li Amerîka û cîhanê Newroz pîroz dikin peyamekê pîrozbahiyê belav kir.

Trump bal kişand ser wê yekê ku Newroz kevneşopiyeke kevnar a sembola nûbûn û hêviyê ye û wiha got:

"Ez silavên xwe yên germ ji hemû kesên ku Newrozê li Amerîka û li çaraliyê cîhanê pîroz dikin re pêşkêş dikim.

Ev kevneşopiya ku hatiye pîrozkirin, derfetê dide ku em li ser pîroziyên sala borî bifikirin û bi hêviyek nû pêşwaziya bihara nêzîk bikin.

Li ser navê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ez silavên xwe yên herî germ ji bo cejneke dilşad pêşkêş dikim."

Trump di dawiya peyama xwe de bi Kurdî nivîsî: “Newroz Piroz (Nowruz Pirouz)”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Dilawerê Zengî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Dilawerê Zengî: Li Rojavayê Kurdistanê xewna Xanî û Cizîrî pêk hatiye

Nivîskar Dilawerê Zengî ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî derbasî qonaxeke dîrokî bûye û xewna helbestvanên mezin ên Kurd pêk hatiye