Hunermendekî naskirî yê Zaxoyê pêdivî bi neştergeriyê heye

20-04-2023
Kerîm Şewqî
Hunermendê ji Zaxoyê Samî Elî
Hunermendê ji Zaxoyê Samî Elî
Nîşan Zaxo Hunermend Kurd Samî Elî Hecî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê komediyen ê Zaxoyê Samî Elî Hecî ku dema 30 salan e karê hunerî dike, niha bi nexweşiya Sewefan (Osteoarthritis) ketiye û ji bo çareseriyê pêdiviya wî bi neştergeriyê heye ku lêçûna wê deh hezar dolar in. 

Samî Elî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ji ber rewşa xwe ya taybet nikare kar bike. Samî Elî got: “Ew bû 2 sal ku ez bi nexweşiya sefewana çokan ketime, ji ber wê yekê jî ez hinekî ji ekranê dûr ketim. Ya rast gelek pirs ji min têne kirin, li bazarê û wan dera ku xelk min dibînin. Ji ber çûkên xwe ez hinekî dûr ketime, bo min nexweş e jî. Xelk tên dipirsin ka te xêr e, tu kopalê di destê min de dibînî ma, ji ber çûkên xwe…”

Samî Elî got ku berî niha Serpereştiyarê Îdareya Zaxo soz dabû wî ku alîkariya wî bike lê heta niha nekariye wî bibîne.

Hunermend Samî Elî got: “Mafê hunermend e ku (tiştek) jê re were kirin, ne bes tenê bo min ji hemû hunermendan re. Her hunermendek (eger) nexweşiyek hebe, alîkariyek be, hêvîdarim guhdariyek bê kirin. Destpêkê min got (belkî) teşenuc e, ne tiştek e û min hin derman xwarin, çi mifa nekir, heta ez çûm sonarê, ji min re gotin sewefan e. Min pirs kir ji doktoran, gotin her piyeke din bi îhtîmal dê 4000 hezar dolar mesrefa wan hebe, yanî dê bibe 10,000 dolar her du piyên min bo mezaxtina neştergeriyê.”

Di beşeke axaftina xwe de, hunermendê Zaxoyî dibêje, berî niha di dema Raperîn û Newrozê de gelek çalakiyên wî hebûn lê niha ji ber nexweşiyê nikare kar bike.  

Samî Elî sala 1968ê ji dayîk bûye û 7 zarok hene û dema 30 salan di warê şano û muzîkê de kar kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst