XARPÊT - Elewiyên Dêrsimê Cejna Xidirelezê pîroz kir

20-05-2025
Ali Haydar Gozlu
Festîvala 9emîn a Xidirellez û Şahiyên Biharê / Wêne: Ali Haydar Gozlu / Rûdaw
Festîvala 9emîn a Xidirellez û Şahiyên Biharê / Wêne: Ali Haydar Gozlu / Rûdaw
Nîşan Elewiyên Dêrsimê Cejna Xidirellezê Xarpêt Xidirelez û Şahiyên Biharê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Elewiyên ji Dêrsimê yên li parêzgeha ya Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, Festîvala Xidirelez û Şahiyên Biharê bi beşdariyeke qelebalix pîroz kir.

Li Xarpêtê Festîvala 9emîn a Xidirelez û Şahiyên Biharê hat lidarxistin.

Qizilbaşên (Elewî) Dêrsimê yên li wî bajarî dijîn îsal jî Cejna Xidirellezê bi çoş pîroz kir.

Kesên beşdar bûn li ser stranên Kurdî û Tirkî govend gerandin.

Ji beşdaran Makbule Aydinê got, “Berê Raywer dihat û qurban dihate serjêkirin, niyaz dihat kirin û diçûn mala Raywer cem digirtin, dua dikirin û digiriyan.

Niha tiştekî wisa nemaye lê bi saya ciwanan kes vê kevneşopiyê ji bîr nake.”

Elewî dibêjin divê ji bo veguhastina kevneşopiyên wan ev çalakî berdewam bikin.

“Em wextekî xweş derbas bidin”

Şêniya bajêr Ferîde Kayayê jî  got:

“Em hatin vir, em bi pîrên xwe re wextekî xweş derbas dikin.

Zarokên me dilîzin, em bi cîranên xwe re wexteke xweş derbas dikin.”

Rûsipiyên Elewiyan jî van çalakiyan ji bo yekîtî û hevkariya Elewiyên li Xarpêtê girîng dibînin.

“Yekîtiya me bi hêz dike”

Endamê Ocaxa Kureyşanê Ugurcan Ozkara jî got:

“Li taxa me berî 9 salan ji bo bihêzkirina yekîtî û hevgirtinê, muxtarê me yê berê dabû destpêkirin.

Me ji bo bîranîna kevneşopiyên xwe yên berê û ji bo Hz. Xizir, Hz. Îlyas û baweriya Elewiyên Qizilbaş çalakiyek saz kir.

Ev 9 sal in em çalakiya ku ji aliyê muxtarên me ve hatiye destpêkirin berdewam dikin.

Lewra Elewiyên Qizilbaş baweriya Hz. Xizir wekî çanda xwe ya herî mezin qebûl dikin.”

Elewî her sal di meha gulanê de wekî pêşwazîkirin û destpêkirina biharê Cejna Xidirelezê pîroz dikin.

Di baweriya Elewiyan de Xidirelez tê wateya bereket û xweşguzeraniyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst