PSK: Em dê kongreya xwe li dar bixin

20-05-2025
RÛDAW
Nîşan PSK Kongre Civîna Meclisê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ragihand ku  ew dê kongreya xwe ya 4 emîn dê li jêr  duruşma “Çareserîyeke federal ji bo pirsa Kurd” li dar bixin.

Meclisa Berfireh a PSKyê 18ê Gulana 2025an civiya û rûdawnên dawî yên siyasî yên li herêmê nirxandin.

Di civînê de amadehiyên ji bo Kongreya 4emîn a Asayî ya PSKyê hatin nirxandin.

PSK diyar kir ku ew dê kongreya xwe ya 4 emîn dê li jêr  duruşma “Çareserîyeke federal ji bo pirsa Kurd” li dar bixin.

Di civînê de biryar hat dayîn ku encamên jêrîn ji raya giştî re werin ragihandin:

“Zincîra guhartin û bipêşketinên ku li Rojhilata Navîn diqewimin, dibe sedema guhertinên radîkal li welatên herêmê.

Di heman dema şikestina pel û baskê Îranê li herêmê û hilweşîna rejîma Esed li Sûriyeyê de Tirkiye jî ji pêvajoyeke dijwar re şahidiyê dike.

Trafîka dan û standinan ku bi daxuyaniya Devlet Bahçelî dest pê kir û bi banga Ocalan berdewam kir, bi daxuyaniya PKKyê ku di kongreya xwe ya 12an de biryara çekdanîn û xwefesixkirinê ragihand bi dawî bû.

Bi vî awayî, dawiya şerekî bêwate ku 40 sal in li Kurdistanê dibe sedemên xesarên mezin ên can û mal, bi dawî hat.

Vê biryara PKKyê ya danîna çekan argumanên ku dewletê li dijî destkeftiyên Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê bi kar dianî ji holê rabû.

“Derfeteke mezin peyda bûye”

Vê rewşê ji bo tekoşînê gelê Kurd, ji bo destxistina maf û azadiyan derfeteke mezin peyda dike, bi taybetî li Rojava, bêhneke nû dê vebide.

Li aliyeke din rêvebir û desthilatdarên Tirkiyeyê, hewl didin bi bêdengkirina çekan daxwazên gelê Kurd ên ji bo azadiya neteweyî veşêrin.

Rayedarên dewletê dixwazin bi wê têgihîştinê bidin zanîn ku pirsgirêka Kurdan bi danîna çekan ji aliyê PKKyê ve çareser bûye.

Her wiha hin derdorên ku îdia dikin ku ew nûnertiya Kurdan dikin, roj bi roj asta daxwazên neteweyî dadixin û diyar dikin ku wan dev ji daxwaza statuyê ji bo Kurdan berdaye.

“Divê gelê me bê hêvî nebe”

Ev rewş di civaka Kurd de dibe sedema bertekeke mafdar û sergêjiyê.

Divê gelê me bi temaşekirina van hemû daxuyaniyê neerênî bê hêvî nebe û dev ji têkoşîna azadiya neteweyî bernede.

Pirsgirêka Kurdan bi bêdengkirina çekan û bi dawîhatina şer çawan ku çareser nabe, ji ber ku hin kes dibêjin `Em statûyê naxwazin` ji gelê me dev ji daxwaza azadiya neteweyî û statuyê bernade.

“Têkoşîna azadiya gelê Kurd dikeve qonaxeke nû”

Berevajî vê, têkoşîna azadiya gelê Kurd dikeve qonaxeke nû. Em di wê baweriyêda ne ku têkoşîna gelê me ya ji bo azadiyê, dema ji bandora hawîrdorekî tundî û pevçûnan bifilite, êdî dê li ser bingeheke xurttir, girseyîtir û rewatir ber bi serkeftinê ve biçe.

Niha ku hinceta şer û `terorîzmê` ji holê rabûye, divê dewlet gavên bilez bavêje da ku pirsgirêka Kurdan çareser bike.

Pêşî divê destûr bê dayîn ku ew kesên ku çekên xwe danîne vegerin jiyana xwe ya normal û ew kesên ku ji ber sedemên siyasî di girtîgehan dane, werin azadkirin.

“Divê qanûn bên guhertin”

Şaredarên ku bi hinceta `piştgiriya terorê` ji kar hatine dûrxistin divê vegerin ser erkên xwe û Qanûna Dij-Terorê bi tevahî were betalkirin.

Divê hawîrdorek siyasî ya bi temamî demokratîk were afirandin da ku pirsgirêka Kurd karibe bi awayekî azad û di hemû aliyên xwe ve were nîqaşkirin.

Her wisa çareseriya meseleya Kurd ne meseleyek e ku tenê ji parlamentoyê re were hiştin.

“Divê hemû alî karibin beşdarî pêvajoyê bibin”

Divê hemû aliyên siyasî, etnîkî û olî yên civaka Kurdan beşdarî pêvajoyeke wisa ya nîqaşê bibin, divê rêxistinên sivîl, rewşenbîr, zanyar û hunermend karibin beşdarê van gengeşîyan bibin.

Di demek kurt de, divê rêya çareserîyê  were xweşkirin, derbarê çareseriya bingeha pirsgirêka Kurdan tedbîr werin girtin.

Ji bo vê yekê divê nasîna zimanê Kurdî wekî zimanê fermî û perwerdeyê were pejrandin.

Divê gelê Kurd di zûtirîn demê de bibe xwedî statuyeke yasayî.

Ev şert û mercên girîng ji bo çareseriya mesela Kurdan, mercên bingehîn in.

Di vî warî de, pir girîng e ku Tirkiye şertên Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê  ku îmze kiriye, bi cih bîne.

Partiya me ji roja damezirandina xwe heta îro bal kişandîye ser pêwendiya nêzîk a di navbera çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de û vê yekê tekez dike.

Di vê çarçoveyê de, pêdivî bi destûreke nûjen, demokratîk û piralî heye ku li gorî pîvanên gerdûnî be, li ser dadwerîya serbixwe û serdestiya hiqûqê be, maf û azadiyên bingehîn biparêze.

Divê destûra nû bi têgihîştineke sîstemekî federal were çêkirin ku rastiya pirneteweyî, pirçandî û pirzimanî ya Tirkiyeyê re lihevhatî be.

Aştî û aramiya herêmê jî ji alîyê Tirkiyeyê ve bi qebûlkirina hebûn û mafên neteweyî yên gelê Kurd li beşên din ên Kurdistanê ve girêdayî ye.

Rêzgirtina Tirkiyeyê ji bo destkeftiyên Kurdan li Rojava dê çareseriya pirsgirêka Kurd li welêt hêsantir bike.

“Her destkeftiyek têkoşîneke mezin dixwaze”

Ezmûna dîrokî nîşanî me dide ku ti maf nayên dayîn û her destkeftiyek têkoşîneke mezin dixwaze.

Em dê hêzên xwe bikin yek. Em dê ji bo daxwazên xwe yên rewa yên neteweyî, wekî ku me di demên berê de dikir, têkoşîna xwe bidomînin.

Em dê têkoşînê li ser bingeheke xurttir û rewatir û bi biryarekî mezin bidomînin. 

Ev mafê me ye ku em jî wekî hemû milletan, li welatê xwe bi awayekî azad, bi rûmet û di nav ewlehiyê  de bijîn. Em dê tu carî dev ji vê mafê xwe bernedin.

Em bangî gelê xwe dikin ku beşdarê Kongreya Mezin a Asayî ya 4emîn a PSKyê  bibin ku em dê bi dirûşma `Çareseriya Federal ji bo Pirsgirêka Kurd` li dar bixin. 

Em hêvî dikin ku Kongreya Asayî ya Mezin a 4emîn a PSKyê bibe platformek ku hêviya azadiyê, coşa têkoşînê û baweriya serkeftnê xurt bike.

Em dikarin bi hev re serbikevin û em dê serbikevin jî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst