PDKyê li ser şandina meaşan hişyarî da Bexdayê: ‘Helwesta me dê cidî be!’

29-05-2025
RÛDAW
Nîşan Wezareta Darayî ya Îraqê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Meaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, heger beriya Cejna Qurbanê maf û şayisteyên darayî yên gelê Herêma Kurdistanê neyên şandin “helwesta me dê cidî be û em vê radigihînin”.

Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samiyê bi rêya nameyekê Herêma Kurdistanê agahdar kir, “ji ber ku para yasayî ya dahata petrolê û derveyî petrolê nehatiye şandin, dayîna berdewam a pereyan a ji bo meaşan mimkun e”.

Di nameya ku bi îmzeya Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samiyê hatiye şandin de wiha tê gotin:

“Ji sala 2023yan heta Nîsana 2025an, dahata petrolê û derveyî petrolê ya Herêma Kurdistanê bi tevahî gihîştiye 19,9 trilyon dînarên Îraqî.

Lê belê ji vê tenê 598,5 milyar dînarên Îraqî ji Bexdayê re hatiye şandin.

Ev yek li dijî Yasaya Budceyê ye û biryarên Dadgeha Federal jî bi cih nayne.”

Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro li ser nameya Wezareta Darayî ya Îraqê daxuyaniyek belav kir.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Hikûmeta federalî di binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de berdewam e û binpêkirina dawî jî nameya doh a Wezareta Darayî ye ku li dijî destûr û bingehên rêkeftina pêkhatina hikûmetê ye.

Heger beriya Cejna Qurbanê maf û şayisteyên darayî yên gelê Herêma Kurdistanê neyên şandin helwesta me dê cidî be û em vê radigihînin.”

PDKyê li ser nameya Teyf Samiyê anî ziman, “Siyasîkirina qûtê gel e.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) destnîşan kir ku mijar dê di civîna Komîteya Navendî ya PDKyê ya 2yê Hezîranê de were gotûbêjkirin.

Meaşê meha Nîsanê 13ê mehê li ser hesabê Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê hat zêdekirin û heman rojê lîsteya meaşan hat belavkirin û dabeşkirin.

Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê roja yekşemê ragihand, lîsteya meaşên meha Gulanê radestî Fermangeha Jimêryariyê ya Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal kir.

Wezareta Darayî ya Îraqê li gorî biryarên Dadgeha Bilind a Federal û yasayên budceyê idîa dike ku şandina meaşan a Herêma Kurdistanê “li dijî yasayê ye” û teqez dike ku “meaş tenê dema ku berpirsyarî werin bicihanîn dikare were şandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst