Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdanekê gihîşt paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê û dê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha di vê serdana xwe de dê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û hejmarek berpirsên din ên hikûmeta Tirkiyê re jî hevdîtinan bike.
Li gor zanyariyan, peywendiyên navbera Hewlêr-Enqerê û pêşxitina wan peywendiyan, rewş û geşedanên li Iraq û navçeyê dê mijarên sereke yên civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yên bi rayedarên Tirkiyê re bin.
Ev dibe sêyem serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê ji dema ku erka serokatiya hikûmetê wergirtiye.
Di 28ê Mijdara 2019an de yekem serdan û di 15ê Nîsana 2022an de jî duyemîn serdana xwe ya bo Tirkiyê pêk anîbû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse