Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî got, “Rêber Ocalan bi awayê fermî xwestiye ku bi min re hevdîtinekê bike.”
Mezlûm Ebdî li ser mijarên li rojevê bi “Yenî Ozgur Polîtîka”yê re axivî.
“Şefereke mezin e”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir ku Abdullah Ocalan bi awayê fermî xwestiye ku wî bibîne û got:
“Hevdîtin ji bo min şefereke mezin e, bi hêvî me ew hevdîtin nêzîk be.”
Pêwendiyên bi Tirkiyeyê re
Mezlûm Ebdî derbarê pêwendiyên bi Tirkiyeyê re got, “Dan û standinên me yên sînordar li gel Tirkiyeyê hene, em daxwaza aştiyeke herdemî dikin.”
Ne-navendîbûna Sûriyeyê
Wî bi bîr anî ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê 26 Nîsanê kongreya xwe ya neteweyî li dar xistiye û ev kongre bi rengê “Gaveke dîrokî bû” pênase kir.
Mezlûm Ebdî da zanîn ku şandeya Kurdan dê di demeke nêzîk de dest bi erkên xwe bike û balê bikişîne ser “ne-navendîbûna Sûriyeyê.”
Paşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)
General Mezlûm, li ser paşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) biland:
“Me çarenivîsa HSDyê bi hikûmetê re gotûbêj kiriye, em dixwazin HSD wekî xwe beşek be ji Wezareta Parastinê be.”
Efrîn û Serê Kaniyê
Wî destnîşan kir ku Efrîn û Serê Kaniyê heta vêga jî dagirkirî ne, xelkê wan bajaran dixwaze bi rûmet vegere ser mal û milkên xwe.
Pêkhate
Ebdî behsa pêwendiya Kurdan a li gel pêkhateyên din ên Sûriyeyê kir û got:
“Pêwendiyên me li gel Durziyan bi hêz in û em piştevaniya daxwazên wan dikin.
Em li dijî pêkanîna komkujiyên li hemberî Elewiyan in û divê wekî paşmayên rêjîma berê neyên hesibandin”
Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî di dawiyê de diyar kir ku, “Derfeteke dîrokî li pêşiya gelê Kurd heye û divê Kurd yekgirtî bin.”
#VÎDEO - Mezlûm Ebdî: Rêber #Ocalan bi awayê fermî xwestiye ku bi min re hevdîtinekê bike
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 20, 2025
🛑 Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî: Hevdîtin ji bo min şefereke mezin e#Rojava pic.twitter.com/jUbks7r2wY
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse