Li Dîlokê agir bi daristanê ket

20-07-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nurdagiyê ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ve, doh ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi daristanê ket.

Bi hatina havînê re li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê agirê daristanan zêde bûne. Li nêzîk gundê Durmuşlar ê Nurdagiyê, duh 19ê Tîrmehê ji ber sedemeke ne diyar agir bi daristanê ket û belav bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê bi 24 otomobîl û 80 karmendan dest bi kar û xebatên vemirandina agir kirin. Herwiha ji esman ve jî 3 helîkopter beşdarî xebatên vemirandina agir dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst