Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser ragihandiye ku wê kampeke nû ji bo koçberên Serê Kaniyê amade kiriye, ji bo ku koçberên li nav dibistanên bajarê Hesekê veguhêze wê kampa nû, herwiha hêsankarî ji bo alîkariya wan koçberan bê kirin.
Li gorî gotina hevserokatiya Desteya Karûbarên Civakî û Kar, ji 20ê vê meha Tebaxê ve ew ê li kampa nû, pêşwaziyê li koçberê Serê Kaniyê bikin û wan li wê kampê bicih bikin. Di qonaxa yekem de, wê derdora 450 malbatê bêne veguhastin.
Ew kamp, dikeve Taxa Telayi' li Rojhilatî bajarê Hesekê. Rûberê kampa nû, 600 donim zevî ye, ji bo 2 hezar û 660 konî hatiyê avakirin. Lê niha tenê 620 kon bi hemû pêdiviyên xizmetguzariyê amade ne, ku 620 malbatan li xwe bigirin. Ji tevaya wan konan, 1 hezar 620 konên takekesî hene û 1 hezar û 40 konên malbatan in.
Bi sedema êrişên Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar, di 20ê Çileya 2019an de, li ser navçeyên Girê Spî û Serê Kaniyê, bêhtir ji 300 hezar welatiyên sivîl, ji wan navçeyan koçber bûn û beşê gelek ji wan, berê xwe dane bajarê Hesekê û li bêhtir ji 80 dibistanê bicih bûn.
Koçber wê ji dibistanan bêne veguhastin ji bo wê kampê, da ku dibistan ji sala xwendinê ya nû re, bêne amadekirin.
20ê Çileya 2019an, Rêveberiya Xweser Kampa Waşokanî li bajarokê Tiwêna, ku bi 12 kîlometreyan li rojavayê Hesekê ye, ava kir, ku derdora 12 hezar koçberên Serê Kaniyê û gundewarê wê tê, de bicih bûn.
Heta niha Netewên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî, piştgiriya avakirina kampê nekiriye. Her li gorî gotina berpirsên Rêveberiya Kampê, ew têkiliyê ligel rêxistinên navdewletî dikin, da ku pêdiviyên koçberan, di kampa nû de, peyda bikin.
Piştî operasyona leşkerî ya bi navê (Kaniya Aştiyê) ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar ve, li ser navçeyên Girê Spî û Serê Kaniyê hate encamdan, bi sedên hezaran xelk ji wan navçeyan koçber bûn û berê xwe dane bajarên din ên li jêr destê Rêveberiya Xweser û heta niha rewşa wan koçberan ne cîgir e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse