Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Senator Ted Budd li ser “rêzgirtina” desthilata Herêma Kurdistanê axivîn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê bi Senator Ted Budd re civiya.
Di civîna her du aliyan de “girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û rêzgirtina desthilata Herêma Kurdistanê” mijarên sereke bûn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de li ser civîna Mesrûr Barzanî û Senator Ted Budd ragihand ku her du aliyan daxwaza xwe ya ji bo bipêşvebirina pêwendiyên dualî anî ziman û “tekezî li ser berdewamiya piştgirîkirina hêzên Pêşmergeyan hat kirin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de da zanîn:
“Çaksaziyên Hikûmeta Herêmê di warên xurtkirina jêrxana aborî, enerjî, kareba, sîstema bankayan, dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê beşên din ên gotûbêjan bûn.”
Mesrûr Barzanî 17ê Gulanê bi serdaneke fermî gihîşt Amerîkayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse