Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Raperînê ya Silêmaniyê karkerekî 35 salî di dema karkirinê de bi karebayê ve ma û mir.
Serokê Sendîkaya Karkeran a Kurdistanê Çalak Rewif ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Sibeha roja çarşemê li taxa Raperînê ya Silêmaniyê karkerekî bi navê Yeqûb Mihemedê ku li avahiyekê karê boyaxkirinê dikir û di dema karkirinê de bi karebayê ve ma û mir."
Çalak Rewif da zanîn ku Yeqûb Mihemedê ji Hewlêrê ye bavê zarokekî bû û bi serê xwe kar dikir.
Termê karker sewqî Saziya Bijîşkiya Dadî ya Silêmaniyê û hat kirin piştî temamkirina kar û barên pêwîst radestî malbata wî hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse