Li Stenbolê liv û tevgera cejnê: Welatî ji bilêtan, şirket jî ji mazotê bi gazin in

4 demjimêr berê
Omer Sonmez
Welatî ji bilêtan, şirket jî ji mazotê bi gazin in / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Welatî ji bilêtan, şirket jî ji mazotê bi gazin in / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Cejna Qurbanê Stenbol Otogar
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Cejna Qurbanê roja 27ê Gulanê dest pê dike lê betlaneya cejnê îsal 9 roj e û ji roja 22yê Gulanê heta 1ê Hezîranê didome.

Loma gelek malbat, karker, xwendekar û kesên ku ji Stenbolê dixwazin berê xwe bidin bajarên xwe ji niha ve dest bi amadehiyên çûyînê dikin.

Li otogara Stenbolê dest bi amadehiyên çûn û hatinê hatiye kirin.

Li gorî şirketên otobusan bêhnvedana cejnê ya 9 rojan "bêhneke nû" dide sektora otobusan lê şirketên otobusan ji ber bihabûna mazotê, bihabûna heqê pir û otobanan û mesrefên zêde bi gilî û gazin in.

Hinek şirket di cejnê de heta ji sedî 30î jî bilêtan biha dikin.

Alîkarê Serokê Federasyona Otobusan a Tirkiyeyê Musa Çaktir ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku li Stenbolê hemû bilêtên seferên sereke yên ji bo Cejna Qurbanê hatine firotin.

Musa Çaktir da zanîn ku ji ber eleqeya zêde, şirketên otobusan dest bi firotina bilêtên seferên zêde kir.

Li otogara mezin a Esenlerê ya Stenbolê ji ber betlaneya Cejna Qurbanê dest bi amadehiyên çûn û hatinê hat kirin.

Ji Stenbolê ber bi Amedê ve rêwitiya bi otobusan derdora 18 saetan dajo ku Amed hezar û 450 kîlometre ji Stenbolê dûr e.

Otobus heta ku digihêje Amedê di 11 bajaran re (Stenbol, Kocaelî, Sakarya, Duzce, Bolu, Enqere, Nîgde, Edene, Osmaniye, Dîlok, Riha) derbas dibe.

Bilêt û mazot

Mihemed Baran û Fatma Semsûr jî ji wan rêwiyan in ku ji Stenbolê berê xwe didin bajarên xwe Amed û Semsûrê.

Mihemed Baran anî ziman, “Navê min Mihemed Baran e. Ez ji navçeya Pasûrê ya Amedê me. Ji bo xebatê ez li Stenbolê me. Ez di loqanteyê de dixebitim. Niha jî pêşiya me eyd e, loma ez berê xwe didim welêt.”

Fatma Semsûrê jî got, “Ez jî diçim Semsûrê lê bilêtên otobusan biha ne. Ji bo eydê biha kirine. Em û zarokan ji bo bêhnvedana cejnê diçin bajarê xwe. Ji ber ku bilêtên balafiran pir biha ne em bi otobusan diçin. Bilêtên balafiran bi 7-8 hezarî ne lê bilêtên otobusan bi derdora 2 hezar û 700 lîreyên Tirkî ne.”

Ji ber bihabûna mazotê, bihabûna otoban, pir û mesrefên zêde şirketên otobusan bi gilî û gazin in.

Li gorî şirketên otobusan, ji ber ku di vegerê de otobus piranî vala tên ew zerer û ziyaneke mezin dikin.

Berpirsê Şirketa Ozlem Diyarbakirê Mehmet Bayhan da zanîn:

“Li gorî sala par rewşa me ya îsal xirabtir e.

Îsal mazot pir giran bûye, lîtreya mazotê bûye derdora 80 lîreyî.

Niha bilêteke ji Stenbolê ber bi Amedê ve ji 2 hezar û 400 lîreyî dest pê dike, heta 2 hezar û 700 û 3 hezar lîreyî jî diguhere.

Jixwe cem xelkê pere jî nînin ku biçin li bajarên xwe cejnê pîroz bikin.

Mesela îro du otobusên min bi rê ketin, di yekê de 8 cih vala bûn.”

Rêjeya tijîbûna otobusan

Alîkarê Serokê Federasyona Otobusan a Tirkiyeyê (TOFED) Musa Çaktir destnîşan kir ku li Stenbolê hemû bilêtên seferên sereke hatine firotin û şirketên otobusan dest bi firotina bilêtên seferên zêde kiriye û anîz ziman:

“Di cejnên berê de betlane 4 roj bûn, loma beriya cejnê qelebalixî zêde bû lê îsal betlaneya cejnê bûye derdora 10 rojan lê dîsa jî li otogarê liv û tevger zêde dibe.

Van rojan rêjeya tijîbûna otobusan derdora ji sedî 80-90 e.

Jixwe dê sibe û pê ve ev rêje zêdetir bibe.

Dê rojên 22-23 û 24ê Gulanê otobusên me heta dev tijî herin.

Di ser de jî em dê seferên otobusan jî zêde bikin.”

Ji ber betlaneya cejnê beşek welatî bi otomobîlên xwe, beşek ji wan bi balafiran lê piraniya wan jî bi rêya otobusan berê xwe didin bajarên xwe.

Li gorî amarên fermî yên Wezareta Veguhastinê ya Tirkiyeyê, tenê di Cejna Remezanê ya îsal de, milyonek û 632 hezar û 831 rêwiyan bi 44 hezar û 733 seferên otobusan geşt kir.

Tê pêşbînîkirin ku ev hejmar di Cejna Qurbanê de zêdetir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst