Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da.
Îro li navçeya Besnî ya ser bi Semsûra Bakurê Kurdistanê ve, otomobîlek ji rê derket û li kêleka rê wergeriya.
Di encama bûyerê de şofêrê otomobîlê yê bi navê Mustafa Yildirim bi giranî birîndar bû.
Piştî agahdarbûna ji bûyerê, şofêr bi birîndarî ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Besnê hat veguhastin, lê tevî hemû hewldanên pizîşkan ji ber dijwariya birînan jiyana xwe ji dest da.
Her îro di bûyereke din a trafîkê de li Bedlîsê zarokekî 12 salî canê xwe ji dest da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse