Serokê partiyekê hat kuştin

21-06-2025
RÛDAW
Nîşan Partiya Ocakê Kuştin Erzirom
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xoresanê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, Serokê Partiya Ocakê û Serokê Ocaxên Osmanî Kadîr Canpolat ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin.

Li gundê Elimiyê yê navçeya Xoresanê di navbera Serokê Partiya Ocakê Kadîr Canpolatê 45 salî û birayê wî Mehmet Canpolatê 46 salî de ji ber pirsgirêkên malbatî nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de Mehmet Canpolat bi demançeyê gule li birayê xwe yê jê biçûktir Kadîr Canpolat reşandin û ew ji ling û milê wî birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Canpolat bir Nexweşxaneya Dewletê ya Xorasanê.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê jî ew mir.

Kujer Mehmet Canpolat ji cihê bûyerê reviya û li navçeya Hesenqeleyê ya Erziromê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.

Partiya Ocakê ku sala 2023yan ji aliyê Kadîr Canpolat ve hat avakirin partiyeke netewperest a Tirk e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst