Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê şaredariya Şirnexê yê HDPê bi tometa terorê hat desteserkirin.
Hevserokê berê yê Şaredariya Şirnexê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serhat Kadirhan di çarçoveya lêkolîneke ku derbarê wî de hatibû destpêkirin doh 20ê Tebaxa 2021ê di operasyoneke hêzên ewlekariyê de li Amedê hat desteserkirin.
Li gor medya Tirkiyê, berî 10 meh dibe bi tohmetên “endamtiya PKKê, hewldan bo têkdana yekitiya welat û bikaranîna xirab a postê xwe” biryara desteserkirina Serhat Kadirhan hatiye dayîn û piştî destserkirinê bo navenda ewlekariyê hatiye veguhastin.
Li gor zanyariyan li mala ku hevserokê berê yê Şaredariya Şirnexê lê hatiye desteserkirin, hêzên ewlekariyê dest danîne ser 7 sîmkart, komputerek û çendîn kelûpelên din ên dijîtal.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse