Wezîra Derve ya Kanadayê: Em ji nêzîk ve xwepêşandanên li Îranê dişopînin

21-09-2022
RÛDAW
 Wezîra Derve ya Kanadayê Melanie Joly
Wezîra Derve ya Kanadayê Melanie Joly
Nîşan Wezîra Derve ya Kanadayê Melanie Joly Jîna Emînî Kurd Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Derve ya Kanadayê Melanie Joly dibêje, ew ji nêzîk ve çavdêriya xwepêşandanên li Îranê yên li dijî kuştina Jîna Emînî dikin û tekez kir, ew li gel Ewropa û Amerîkayê givaşên mezin dixin ser Îranê daku ji bo Jîna Emînî dadperwerî were misogerkirin.

Li derveyî avahiya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê, di dema amadebûn bo beşdariya di civîna Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, Wezîra Derve ya Kanadayê Melanie Joly daxuyanî da rojnamevanan ku edîtorê dîplomatîk ê Rûdawê Mecîd Gilî jî li wê derê amade bû.

Derbarê bûyera canjidestdana keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî de, Wezîra Derve ya Kanadayê got, Em dê li ser zextên mezin ên li ser rejîma Îranê israr bikin.”

Li ser pirsa gelo bi nêrîna we, ew xwepêşandanên niha li Îranê li dijî canjidestdana Jîna Emînî tên lidarxistin dê bibin sedema guhertina hikûmetê, Wezîra Derve ya Kanadayê got, “Em ji nêzîk ve çavdêriya wêya ku li Îranê çêdibe dikin, weke hûn dizanin, balyozxaneya me li Îranê nîne û Îtalya nûneratiya me dike. Ji ber vê yekê em dê peywendiyê bi Îtalya re bikin da ku bizanin çi çêdibe. Ev yek jî dubare tekezî li ser mebesta min dike ku pêwîste li hemû cihên cîhanê dîplomatên me hebin ji bo ku em bizanin bi diristî çi çêdibe.”

Melanie Joly herwiha diyar kir, “Derbarê canjidestdana Xatûn Emînî, em li gel welatên din kar dikin. Ev daxuyanî beşek e ji çend daxuyaniyên din ku Ewropî û Amerîkiyan belav kirine. Em dê berdewam bin li tekezkirina li ser danîna givaşên mezin li ser rejîma Îranê.”

Di bersiva pirseke Rûdawê de, ya gelo şerê Ukrayna bala Kanadayê li ser şer û kirîzên din ên li cîhanê dibe yan na ku bihêle piştevaniya wan ji bo hevpeymanên wan kêm bibe, Wezîra Derve ya Kenedayê Melanie Joly got, tişta li Ukraynayê çêdibe bêsînor girîng e lê navçeyên din weke Rojhilata Navîn jî girîng e û ew ji nêzîk ve dişopênin.

Melanie Joly destnîşan kir, “Em dizanin ku gelek kêşe û kirîz hene, bêguman ewa li Ukrayne heye bêsînor girîng e lê ewa li navçeyên din yê cîhanê çêdibe girîng e, di nava wan de li Rojhilata Navîn, navçeya Kafkasya. Kanada ji nêzîk ve çavdêriya wan dike, armanca min ew e pitrast bibim ku me dîplomatên bihêz hebin, ji bo ku em bikaribin rola xwe pêk bînin. Li vir jî armanca min ew e serkirdayetiyê bikim û li gel zêdetirîn welatên cîhanê peywendiyên min hebin ji bo aramî û aştiyeke zêdetir.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst