Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Yekîtiya Zanayan kir

21-09-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê salvegera damezirandina Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê pîroz kir.

Îro 55 sal di ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê re derbas dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî "bi germî" pîrozbahî li Serok û endamên Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê û hemû mamoste û zanayên olî kir û got:

"Hêviya berdewamî û serkeftinê ji wan re dixwazim."

Nêçîrvan Barzanî ragihand, Yekîtiya Zanayan û mamosteyên olî, çawa ku di serdema şoreşê de têkoşiyan û qurbanî dan, di serdema azadiyê de jî amadehî û roleke wan a berbiçav di kûrkirina çanda bihevrejiyan, hevqebûlkirin û lêborînê de heye.

Her wiha di parastin û nehiştina hizra tundiyê û bipêşketina bi ruhê niştimanperwerî û aştiya civakî de jî rola wan heye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got:

“Di vê bibîranînê de em şehîdên Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û silavan ji bo giyanê wan ê pak dişînin.

Her wiha em piştgiriya xwe ji bo kar û hewldanên Yekîtiya Zanayan a ji bo misogerkirina hemû mafên mamosteyên olî ducare dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst