Şêwirmendê Erdogan nexşerêya komîsyonê eşkere kir

21-09-2025
RÛDAW
Nîşan Mehmet Uçum Pêvajoya Çareseriyê Komîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum, li ser karê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ragihand ku dê karê xwe di 3 qonaxan de bi rê ve bibe.

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum îro li ser pêvajoyê û karên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê nivîseke nirxandinê belav kir.

Uçum pêvajo wekî “Derbasbûna Tirkiyeya Bêteror” bi nav kir û diyar kir ku divê komîsyon karê xwe li gorî 3 qonaxan birêve bibe.

3 qonaxên komîsyonê

Li gorî Uçum, qonaxa yekem a komîsyonê temamkirina karê guhdariyê ye.

Qonaxa duyem pêşkêşkirina pêşniyarên hiqûqî ye lê ji bo derbasbûna vê qonaxê divê “çekdanîna PKKyê bi giştî were pejirandin”.

Qonaxa sêyem jî ji bo bipêşxistina standartên demokrasiyê amadekirina raporekê ye.

Uçum da zanîn ku divê ev rêz neyê xerakirin û qonax derbasî nav hev nebin.

Şêwirmendê Erdogan di nivîsa xwe de bal kişand ser erka sereke ya komîsyonê û wiha got:

“Erka sereke ya Komîsyonê, wekî ku wê bi xwe jî destnîşan kiriye, di derbarê hiqûqa derbasbûna Tirkiyeyeke Bêteror de, bi lihevkirineke berfireh, pêşniyaran pêşkêşî parlamentoyê bike.

Piştî pejirandina pratîkî, mimkun e ku Komîsyon ji bo pêşnûmaya qanûna pêvajoya derbasbûnê raporek qanûnî amade bike.

Di wê demê de, egereke mezin heye ku pêşnûmaya qanûna pêvajoya derbasbûna Tirkiyeyeke Bêteror di destpêka sala xebatê ya nû ya parlamentoyê de ku dê 1ê Çiriya Pêşîn a 2025an de dest pê bike, bikeve rojevê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst