Samî Tan: Eqliyeta serdestan ew e ku televîzyonek û dersên vebijêrkî ji bo Kurdan bes in

21-09-2025
Sîma Abxizir û Samî Tan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Sîma Abxizir û Samî Tan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kurdî Amed DEM Partî Civîn Samî Tan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zimanzan Samî Tan got, “Eqliyeta serdest a rayedarên Tirkiyeyê ew e ku tenê televîzyonek û dersên vebijêrkî ji bo Kurdan bes in.”

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê li Amedê bi 43 sazî û dezgehên ziman re civiya û daxwazên ji bo statu û perwerdeya bi zimanê Kurdî gotûbêj kirin.

Zimanzan Samî Tan jî beşdarî civînê bû û li ser rewşa zimanê Kurdî û pêngavên ku divê bên avêtin nîqaş hatin kirin.

Zimanzan Samî Tan piştî civînê ji Rûdawê re ragihand ku pirsgirêka sereke astengiyên yasayî û destûrî ne û divê Kurd bi xwe ji bo vejandina zimanê xwe têkoşîneke birêxistinkirî bimeşînin.

"Divê zimanê Kurdî jî xwedî heman mafan be"

Samî Tan diyar kir ku armanca sereke ya civînê ew e ku astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî, bi taybetî yên di warê yasayî û destûrî de bên rakirin û got:

"Tiştê ku em bi giranî dixwazin ew e ku astengiyên li ber zimanê Kurdî bên rakirin. Bi taybetî di asta zagonî û makezagonî de.

Divê zimanê me bibe xwedî statu û bibe zimanê perwerdeyê. Çi mafên zimanê Tirkî hebin divê mafên zimanê Kurdî jî ew bin."

“Eqliyeta serdestan ew e ku…”

Tan bi gotina, “Eqliyeta serdest a rayedarên Tirkiyeyê ew e ku tenê televîzyonek û dersên vebijêrkî ji bo Kurdan bes in” helwesta dewletê rexne kir.

"Li Tirkiyeyê zimanê Kurdî wekî sembola nezanî û hejariyê tê zanîn"

Wî bal kişand ser bandora neyînî ya polîtîkayên dewletê yên bi salan û got:

"Ji ber nebûna statuyê rewşa zimanê Kurdî gelekî xera bûye.

Li Tirkiyeyê zimanê Kurdî wekî sembola nezanî û hejariyê tê zanîn. Ev jî ji ber plansaziyeke qirkirina ziman e ku li hemberî me hatiye meşandin.

Divê em li hemberî vê plansaziyeke vejandin û geşkirina zimanê Kurdî deynin."

Zimanzan Samî Tan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê Kurd bi xwe xwedî li zimanê xwe derkevin û bi rêyên sivîl û demokratîk têkoşîna xwe xurt bikin û biland:

"Divê yasayên navneteweyî yên ji bo ziman bên bicihanîn û Kurd bi xwe jî dikarin zimanê xwe zindî bikin û vejînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst