Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Geznexê yê navçeya Elkê ya Şirnexê, Dêra Mor Yuhanna hat nûjenkirin û piştî 33 salan ayîna yekemîn lê hat kirin.
Dêra Mor Yuhanna bi piştgiriya karsazê bi navê Çelebî Yaramiş ku li Ewropayê dijî, di 4 salan de hat nûjenkirin.
Metranê Giştî yê Dêra Katolîk a Tirkiyeyê Sabrî Anar û Çelebî Yaramiş bi qefileyekî 90 kesî yên ji Fransayê çûn beşdarî ayîna li dêrê bûn.
Her wiha Serokê Şaredariya Elkê Habîp Aşan û welatiyên herêmê jî beşdarî merasîma vekirina dêrê bûn.
“Ji bo mirovatiyê dia hatin kirin”
Karsaz Çelebî Yaramiş piştî ayînê axivî û got:
“Pêwîstiya vî gundî bi dêrê hebû. Me li ser xêra dê û bavên xwe nûjen kir. Niha bi dehan kes ji Fransayê hatine vir û ji bo hemû mirovatiyê diayên aşitî û biratiyê dikin. Ez spasiya hemû kesên ku beşdar bûne dikim.”
Gundê Geznexê, sala 1990ê ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiye û gerîlayên PKKyê de hatibû valekirin û sala 2001an jî ji nû ve hat avakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse