Nasnameyên 5 gerîlayan hatin eşkerekirin

21-11-2025
RÛDAW
Nîşan HPG Şerê PKK û Tirkiyeyê Çiyayê Gareyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 5 gerîlayan eşkere kir.

HPGyê ragihand ku her 5 gerîlayan sala 2020î li herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê di demên cuda de û li cihên cuda canê xwe ji dest daye.

HPGyê di daxuyaniya xwe de got, "Em hevrêyên xwe Hebûn Mîrkan, Bêrîtan Alan, Axîn Xabûr, Sadiq Kobanî û Azad Gever bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her 5 endamên HPGyê ji bajarên cuda yên Kurdistanê tevlî refên gerîlayan bûne û ji bo "doza hebûn û azadiya gelê Kurd" têkoşiyane.

HPGyê her wiha ji malbatên gerîlayan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Agahiyên li ser nasnameyên gerîlayan wiha ne:

Hebûn Mîrkan: Navê wê yê fermî Naîme Serdar e, li Colemêrgê ji dayîk bûye û 11ê Kanûna Paşîn a 2020î li Gareyê canê xwe ji dest daye.

Bêrîtan Alan: Navê wê yê fermî Neslîhan Akgul e, li Wanê ji dayîk bûye û 11ê Kanûna Paşîn a 2020î li Gareyê canê xwe ji dest daye.

Axîn Xabûr: Navê wê yê fermî Henan Îso ye, li Helebê ji dayîk bûye û 11ê Kanûna Paşîn a 2020î li Gareyê canê xwe ji dest daye.

Sadiq Kobanî: Navê wî yê fermî Ferhat Balî ye, li Kobanî ji dayîk bûye û 14ê Tebaxa 2020î li Gareyê canê xwe ji dest daye.

Azad Gever: Navê wî yê fermî Cesûr Ahmed e, li Kobanî ji dayîk bûye û 11ê Tebaxa 2020î li Çiyayê Metînayê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst