Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) biryara xwe ya derbarê serdana Komîsyona Parlamentoyê ya ji bo Îmraliyê eşkere kir.
Serokwekîlê Koma CHPyê Murat Emîr ragihand ku ew dê ti nûneran neşînin Îmraliyê.
Partiya Gel a Komarî (CHP) biryara xwe ya derbarê ziyareta Komîsyona Parlamentoyê ya ji bo Îmraliyê zelal kir.
Serokwekîl û Endamê CHPyê Komîsyonê Murat Emîr ragihand ku ew dê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê.
"Civîn bila ne veşartî be"
Murat Emîr daxwaza Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş a ji bo lidarxistina civînê bi awayekî girtî rexne kir û got:
"Ez dixwazim diyar bikim ku ne rast e civîneke ku dê çûna Îmraliyê lê bê gotûbêjkirin, ji miletê me veşartî bê kirin.
Girîng e ku li vir her partiya siyasî helwesta xwe bi awayekî eşkere diyar bike.
Em wekî CHPyê, şandina nûnerên xwe ji bo heyeta Komîsyonê rast nabînin."
Berpirsê CHPyê diyar kir ku CHP her tim çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurdan parastiye û wiha pê de çû:
"Dema hinek kesan hebûna Kurdan jî înkar dikir, em ew partî bûn ku bi wêrekî hebûna vê pirsgirêkê anî zimên.
Em piştgirên gavên samîmî yên ji bo aştî û çareseriyê ne lê di vê qonaxê de sepanên qeyûman didomin, mirov di dozên şermê de bi mehan di girtîgehan de ne û di girtinên siyasî de ti pêşketin nîne.
Di rewşeke wiha de, tengkirina hemû meseleyê bi çûna Îmraliyê re ne rast e."
Emîr da zanîn ku berê jî heyetên ji parlamenteran çûne Îmraliyê û got, li şûna ku tenê pênc kes biçin, dikarin derfetên teknolojîk bên bikaranîn.
Serokwekîlê CHPyê got, ji ber ku gavên destpêkê yên wekî rakirina qeyûman û pêkanîna biryarên dadgehan nehatine avêtin, "Em wekî partî şandina nûnerekî ji bo şandeya ku dê biçe Îmraliyê rast nabînin."
Şik: Divê bi Qendîl û Demîrtaş re jî bê axaftin
Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik jî nêrînên xwe anî zimên. Şik got ku divê mirov çawa di şer de wêrek be, di aştiyê de jî wisa wêrek be.
Ahmet Şik got, "Belê, divê mirov biçe Îmraliyê, heke pêwîst be biçe Qendîlê jî. Divê bi Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş re jî bê axaftin."
Pêşniyarên din
Serokê Koma Rêya Nû Bulent Kaya pêşniyar kir ku ji bo guhdarîkirina kesên ku nikarin bên Komîsyonê, rêyên alternatîv bên dîtin.
Serokê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk (DSP) Onder Aksakal jî pêşniyar kir ku hevdîtin bi rêya SEGBISê (Sîstema Deng û Dîmenê) bê kirin da ku hestyariya malbatên leşkeran neyê binpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse