Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş bang kir û got, “Ji bo rûpeleke nû ya aştiyê divê Komîsyon biçe Îmraliyê û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek li Girtîgeha Edîrneyê Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli ziyaret kirin.
Piştî hevdîtinê, şandeyê li pêşiya girtîgehê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de pankarta "Em aştiyê dixwazin" hat vekirin û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.
"Ji bo rûpeleke nû ya aştiyê herin Îmraliyê"
Tulay Hatîmogullariyê peyama Demîrtaş a ji bo raya giştî parve kir.
Peyama Demîrtaş wiha ye:
“Di serî de ez silav û hezkirinên xwe ji gelê me yê hêja û kedkarên çapemeniya azad re dişînim.
Hêvî dikim ku Komîsyon di demekî herî nêz de biryareke dilwêrek bide û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Hêvî û daxwaza me ev e, ji ber ku şerê 50 sal in didome, bi temamî ji holê radibe.
Di van 50 salan de her tim polîtîkayên ewlehiyê esas hatin girtin û mixabin di encamê de bi deh hezaran ciwanên me canê xwe ji dest dan.
Niha tişta ku heta niha nehatiye ceribandin, tê ceribandin. Eger pêwîst bike divê parlamenter rîskên siyasî bidin ber çavan û ji bo rûpeleke nû ya aştiyê biçin Îmraliyê.”
"Biryarên DMMEyê bi cih bînin"
Tulay Hatîmogûllariyê di daxuyaniyê de Doza Kobaniyê wekî "yek ji rûreşiyên herî mezin" bi nav kir û got,
“Hevalên me bi neheqî û derhiqûqî hatin girtin û ev 10 sal in girtî ne.”
Hatîmogûllariyê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi bîr xist û da zanîn ku divê ew biryar demildest bên bicihanîn û girtî bên berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse