Hewlêr (Rûdaw) - Du endamên Kongreya Amerîkayê di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re dilgiraniya xwe ya kûr a li hemberî pêşhatên li Sûriyeyê û êrişên artêşa Sûriyeyê yên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û kêmîneyan anîn ziman.
Her du endamên Kongreyê tekezî li ser wê yekê kirin ku divê Amerîka pabendî piştgirî û parastina Kurdan be.
Keith Self: Divê miameleyeke gelekî baştir li gel Kurdan bê kirin
Endamê Kongreya Amerîkayê Keith Self, di bersiva pirsên Rûdawê yên derbarê êrişên dawî yên artêşa Sûriyeyê yên li hêzên Kurdan de ragihand ku her çend ev mijar rasterast di çarçoveya pisporiya wî de nebe jî, ew ji nêz ve pêşhatên dawî dişopîne.
Self piştgiriya xwe ya bê şert û merc a ji bo Kurdan anî ziman û got:
"Bê guman ez piştgiriyê didim mafên gelê Kurd ên li her çar welatên ku lê dijîn, divê miameleyeke gelekî baştir li gel Kurdan bê kirin."
Derbarê paşeroja Sûriyeyê û êrişên artêşa Sûriyeyê yên li ser girtîgehên ku DAIŞî tê de ne û ji aliyê Kurd û Amerîkayê ve tên parastin, wî endamê Kongreyê got:
"Rewş roj bi roj alozttir dibe, Sûriye hîn jî wekî valahiyekê ye û em hîn nizanin dê çawa bi cih bibe, hîn zû ye ku mirov biryarê bide."
Self her wiha amaje pê kir ku her çend ew ne geşbîn be jî, niha Ehmed Şer piştgiriya îdareya Amerîkayê wergirtiye û ew dê bi berdewamî û ji nêz ve çavdêriya rewşê bikin.
Troy Nehls: Divê Amerîka di parastina Kurdan de berdewam be
Li aliyê din, Endamê Kongreyê Troy Nehls dilgiraniya xwe ya li hemberî êrişên hikûmeta Sûriyeyê yên li ser Kurd û kêmîneyan anî ziman.
Nehls ji Rûdawê re got, "Bi giştî, ez di wê baweriyê de me ku divê Amerîka di piştgirîkirina Kurdan û dabînkirina parastina wan de berdewam be."
Nehls amaje bi wê yekê kir ku ew çavdêriya binpêkirinan dike û got, "Ez her tim li dijî her êrişeke li ser kêmîneyan im.
Bê guman, ez ji ber êrişên hikûmeta Sûriyeyê yên li ser Kurd û kêmîneyên din ên li herêmê gelekî dilgiran im."
Ev daxuyaniyên endamên Kongreyê di demekê de tên ku rewşa Sûriyeyê bi guherînên bilez re rû bi rû maye û mijara parastina herêmên di bin kontrola Kurdan de û çarenivîsa girtiyên DAIŞê bûye mijareke girîng ji bo navendên biryarder ên li Washingtonê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse