Li Tûnisê 37 koçberên Kurd hatin desteserkirin

06-08-2025
RÛDAW
Nîşan Tûnis Koçber Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Îraqê yê li Tûnisê Ebdulhekîm Qesab ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Tûnisê li bajarê Kelîbyayê 37 koçberên Kurd ên ku dixwest biçin Ewropayê desteser kirine.

Ebdulhekîm Qesab ji Rûdawê re got, “Doh hikûmeta Tûnisê em agahdar kirin ku 37 welatiyên Îraqê hatine desteserkirin. Hemû jî Kurd in.”

Ji ber ku bi Erebî nizanin kar û bar dereng ketine

Qesab da zanîn ku ji ber ku kesên hatine desteserkirin bi Erebî nizanin îfadeya wan nehatiye wergirtin û ji ber vê sedemê dosyaya wan hîn bi awayekî fermî nehatiye temamkirin.

Wî diyar kir ku rayedarên Tûnisê niha li wergêrekî guncav digerin.

“Eger ti tohmet nebe dê bên berdan”

Balyozê Îraqê derbarê mijarê got:

“Em ji bo berdana wan hemû hewlên dîplomatîk didin. Eger ti tohmet li ser wan nebe, bê guman dê bên berdan.”

Qesab her wiha diyar kir ku kesên desteserkirî xwestine ji bo çûna welatên Ewropayê Tûnisê wekî rê bi kar bînin.

Qesab herî dawî bal kişand ser wê yekê ku rewşa tenduristiya koçberan baş e û got, “Rewşa tenduristiya wan hemûyan baş e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst