Li ser daxwaza Mesrûr Barzanî sotemenî ji Rojavayê Kurdistanê re tê şandin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sotemenî Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sotemenî ji Rojavayê Kurdistanê re tê şandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro ragihand ku sotemenî bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) ji Rojavayê Kurdistanê re tê şandin û ev proje dê heta dawiya demsala sermayê bidome.

Ji ber êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li taxên Kurdan ên Helebê ku 6ê vê mehê dest pê kirin û paşê berfirehbûna êrişan li hemû herêmên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de, bi hezaran kes koçberî deverên aram ên Rojavayê Kurdistanê bûn.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî çend roj in gihiştiye Rojavayê Kurdistanê û alîkariyê dide Kurdên wê derê.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed got:

"Tîma me bi giştî ji zêdetirî 200 kesan pêk tê, di nav wan de 22 karmendên tenduristiyê û 6 ambulansên gerok hene.

Di pêngava yekem de em paketeke xwarinê belav dikin ku 11 made tê de ne, li gel paketeke pêdiviyên paqijiyê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst