HSDyê teslîmî Şamê kir: Deriyê Kampa Holê hat girtin

52 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kampa Holê ya li bajarê Hisîçayê (Hesekê) yê Rojavayê Kurdistanê ku bi salan e malbatên DAIŞiyan dihewîne û wekî "bombeya bi demjimêr" dihat binavkirin, hat girtin.

Li Kampa Holê ya ku kampa herî mezin Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye îro derî hatin daxistin.

Birêvebirê Kampê Fadî El Qasim ragihand ku hemû malbatên Sûriyeyî û biyanî hatine derxistin û kamp bi awayekî operasyonî hatiye girtin.

Radestî birêvebiriya Şamê hat kirin

Kampa Holê demeke dirêj di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû.

Lê belê di çarçoveya peymana vê dawiyê ya di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de ku yekbûna hêzên leşkerî û îdarî li xwe digire, kontrola kampê derbasî hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê bû.

Girtina kampê wekî yek ji encamên şênber ên vê hevkariya stratejîk tê nirxandin.

Birêvebirê Kampê El Qasim derbarê aqûbeta malbatên ku hatine derxistin agahiyeke girîng parve kir.

El Qasim diyar kir ku hikûmeta Sûriyeyê ji bo jin û zarokên ku ji kampê hatine derxistin "dûrî medyayê" planên bipêşxistin û entegrasyonê xistine meriyetê.

El Qasim destnîşan kir ku ji bo ev kes karibin vegerin jiyana asayî pêdivî bi piştgiriyeke cidî ya rehabîlîtasyonê heye.

Demekê 24 hezar kes lê diman

Li Kampa Holê welatiyên ji 42 neteweyan bi hev re dijiyan û di serdemekê de 15 hezar jê Sûriyeyî bi giştî 24 hezar kes dihewandin.

Di kampê de nêzîkî 6 hezar û 300 jin û zarokên biyanî hebûn.

Ji ber ku gelek welatên rojavayî welatiyên xwe wernedigirtin kamp demeke dirêj bûbû navenda krîzên mirovî û ewlehiyê.

Piştî vekişîna HSDyê ya dawiya meha kanûna paşîn û midaxeleya rayedarên Sûriyeyê kamp bi temamî hat valakirin.

Rewşa Îraqiyan ne zelal e

Derbarê girtina kampê de daxuyaniyeke girîng jî ji aliyê Îraqê ve hat.

Wekîlê Wezîrê Koç û Koçberan ê Îraqê Kerîm Nûrî ragihand ku li Holê hîn nêzîkî 3 hezar welatiyên Îraqî hene.

Kerîm Nûrî diyar kir ku nêzîkî hezar û 200 kesan ji ber ku derbarê wan de biryara girtinê heye red dikin ku vegerin welatê xwe.

Saziyên mirovî çûn

Hemwextî pêvajoya girtina kampê, saziyên alîkariya mirovî yên navneteweyî yên li herêmê jî hemû tîmên xwe vekişandin.

Şahidên bûyerê ragihand ku saziyan ofîsên xwe yên prefabrîk û kel û pelên xwe yên teknîkî ji hev xistine û bi temamî ji qada kampê veqetiyane.

Hat zanîn ku kesên dawî yên li kampê mane jî roja sêşemê veguhastine kampeke li Helebê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst