Amerîka Kurdan dike yek?

23-06-2020
Ceng Sagnic
Nîşan Ceng Sagnic Kurd Rojava Sûriye ENKS PYD PKK Amerîka Başûrê Kurdistanê PDK YNK
A+ A-

Bersiva kurt jî û dirêj jî ya vê pirsê, ‘nexêr’. Berevajî senaryoyên erênî, siyaseteke Amerîkayê ya yekgirtina Kurdan niha nîne. Lêbelê ev mijar ne ewqas hêsan ku bi ‘nexêr’ekê bê derbaskirin.

Rêkeftineke dabeşkirina hêzê di çarçova mekanîzmayeke hevbeş de ji aliyê her du hêzên sereke yên li Kurdistana Sûriyê, ji destpêkirina şerê naxwe yê Sûriyê ve yek ji rojevên sereke yên Kurdan e. Ji destpêka destdanîna ser rêveberiyê li hinek herêman ji aliyê hêzên Kurdî ve, PYD û ENKS ya bi piştevaniya Hewlêrê 5 rêkeftinên cuda pêk anîn. Her çiqas ji van rêkeftinan, zêdetir Peymana Duhokê ya 2014an bê zanîn jî, yekem sîwana fonksiyonel a ku herdu aliyan bi hevbeşî ava kirine ‘Konseya Bilind a Kurd’ bû ku salên 2012-2013an berdewam kir.

Lêbelê weke ku bi serê gelek hewldanên afirîner ên li Kurdistanê hatiye, ev sîwan jî hat jibîrkirin û cihê xwe da bi propagandayên siyasî yên tijî bi teoriyên komployê.

Li aliyê din, Peymana Duhokê taybet jî ji bo ENKS ya bi piştevaniya Hewlêrê, ji bo diyarkirina çarçova dabeşkirina hêzê li gel PYDê, xwedî girîngiyeke sembolîk e. Her du peymanên din ku li Hewlêrê hatine kirin û bi wî navî tên naskirin, ji bo herdu aliyan jî hewldanên dembiserdeçûyî ne.

Taybetmendiya hevbeş a rêkeftina yekem a Hewlêrê ku damezrandina Konseya Bilind a Kurd pêk anî û Rêkeftina Duhokê ku PYDê dabeşkirina hêzê li gel ENKSê qebûl kir, ew e ku herdu rêkeftin jî berhemên serdemên krîzê ne.

Sala 2012an ku PYDê li Kurdistana Sûriyê hîn nû bingeha xwe datanî, salek bû ku piştevaniya Hikûmeta Kurdistanê û ENKSê xwedî girîngiyeke jiyanî bû. Dawiya vê serdema ku krîza hebûnê hebû, cîbicîkirina Konseya Bilind a Kurd bû weke mekanîzmayeke demkî ya rêvebirinê ya fonksiyonel.

Sala 2014an jî ku Rêkeftina Duhokê hat pêkananîn, wek her kes dizane, li herdu perçeyên Kurdistanê şer di lûtkeyê de bû û hemahengiya di navbera tevgerên Kurdî de xwedî zêdetirîn girîngiyê bû. Lewma qanihkirina herdu aliyan bo pêkanîna rêkeftinekê bi mebesta daxistina girjiyên di navbera Kurdan de bo asta herî nizm, gelek ne zehmet bû.

Helbet girîngiya rêkeftinên di navbera hêzên siyasî yên Kurd de di serdemên krîzan de ne rewşeke derasayî ye. Ji xwe, derketina pêş a hevdîtinên Kurdî-Kurdî di demên dawiyê de, encama krîzeke din e.

Rewşa aloz û bê bawerî ku ji ber vekişîna qismî ya Amerîkayê di sala 2019an de pêk hatiye, PYD û ENKSê neçar dike ku stratejiyên xwe yên naverast û demdirêj ên Sûriyê bi kêmtirîn rîskê diyar bikin. Navbeynkariya Amerîkayê bi destwerdaneke dîplomatîk a sînordar di hevdîtinên herdu hêzên Kurdî de, nîşan dide ku nîgeraniyên derbarê pêşeroja Kurdên Sûriyê, herî kêm li gel beşek ji dîplomatên di hikûmeta Amerîkayê de heye.

Lêbelê hin geşedanên ku ji wê roja ku PYD û ENKSê ragihandin wan li ser nexşerêyekê li hev kirine, çê dibin, îşaretên wê didin ku Amerîka di tifaqa navbera Kurdan de bi qasî ku tê zanîn ne rijd e.

Îşaretên helwesta dudil a Amerîkayê, berevajî wek tê zanîn, di seyaseta Kurdên Sûriyê de, di gotareke Amberîn Zaman ku bi hevdîtinên li gel çavkaniyên dîplomatîk nivîsandiye di Al-Monitorê de, bi ber çav dikevin. Hûrgiliyên pirtûka Şêwirmendê Berê yê Asayîşa Niştîmanî ya Amerîkayê John Bolton ku bi rasthatin di wê hefteya ku Kurdên Sûriyê tifaqa xwe ya siyasî ragihandin de aşkerebûn, nivîsa Amberîn Zaman a di Al-Monitorê de de piştrast dikin.

Çavkaniyên dîplomatîk ên Amberîn Zaman, berevajî ku raya giştî ya Kurd û cîhanî dizanin, diyar dikin ku di rastiyê de Fermandarê HSDê Mezlûm Kobanî Amerîka qanih kiriye da ku di hevdîtinên li gel ENKSê de navbeykariyê bike.  Bi gotineke din, berevajî Peymana Washingtonê ku di navbera PDK û YNKê de di sala 1998an de hat îmzekirin û li aliyekê jî bingeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya niha danî, hevdîtinên di navbera PYD û ENKSê de ne proseyek e ku ji aliyê Amerîkayê ve hatibe destpêkirin.

Di vê rewşê de, behskirina garantoriyeke Amerîkayê li ser rêkeftina PYD-ENKSê û piştrastbûna seferberkirina hemû derfetên xwe yên dîplomatîk ji aliyê Amerîkayê ve ji bo cîbicîkirina vê rêkeftinê, pêkan xuya nake.

Hinek nîşaneyên ku piştevaniyê li vê senaryoya tarî dikin jî tê gotin di pirtûka nû ya John Bolton de hene. Li gor zanyariyên rojnamevanên ku kopiyên vê pirtûka ku hîn belav nebûye xwendine, Bolton di pirtûka xwe de nivîsandiye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hewldana xwe ya vekişîna ji Sûriyê tenê ji ber zexta medyayê guhertiye. Heta tê gotin, diyar kiriye, Bolton bi xwe jî di nav de, Wezîrê Berê yê Berevaniyê Jim Mattis, Şanderê Taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey û Serok Trump, aciz bûne ji tifaqa li gel rêxistineke  ku peywendiya wê li gel PKKê heye, lêbelê di diyarkirina pêşekiyên stratejîk de li hev nekirine.

Li gor gotinên Bolton, Jeffrey ku hê jî karbidesttirîn dîplomatê Amerîkayê ye di pirsa Sûriyê de, xwestiye nexşeyeke deverên ku Amerîkayê rê bi Tirkiyê daye li Sûriyê dagîr bike nîşanî Erdogan bide lê li ser betalkirina hevdîtinê ev pêk nehatiye.

Dema tiştên ku di pirtûka nû ya John Bolton de tên gotin li gel hûrgiliyên di gotara Amberîn Zaman de bînin berhev, mimkun e bê dîtin ku Amerîka di meseleya Kurdên Sûriyê de di warê dîplomatîk de bi kêmanî bi qasî weke destpêka sala 2019an, siyaseteke bê biryar dimeşîne. Ji xwe şîrovenekirina rêkeftina du hêzên Kurdî yên hevalbendên Amerîkayê di bin çavdêriya dîplomatekî Amerîkî de, ji aliyê James Jeffrey, kesê herî karbidest ê dosyeya Sûriyê li Washingtonê, nîşan dide ku danûstandinên Kurdî-Kurdî di bin sponsoriya Amerîkayê de nehatine kirin.

Gelek mimkun nayê dîtin Amerîka bi kêmanî bo niha, wek hewldaneke dîplomatîk a mîna 1998an, destwerdanên dîplomatk ên avaker ku karîgeriya wan bo salên dirêj berdewam de di siyaseta Kurd de bike.

Lêbelê ev rewşa bi şêweyekî tarî, ne sedem e ku Kurd peywendiyên xwe yên ‘win-win’ ên li gel Washingtonê ku niha jî karpêker in, di ber çav re derbas bikin. Berevajî wê, vegerandina siyaseta dudil a Amerîkayê li Sûriyê di berjwendiya Kurdan de, tam jî ji ber vê siyaseta dudil mimkun e.

Fakterê ku Amerîkayê derbarê Kurdan de bêbiryar dihêle, ew e ku nîqaşa li ser siyaseta Kurd ku di pêşerojeke nêzîk de veguhere binyateke stabîl û hevgirtî, bi dawî nebûye. Nûkirina baweriyê bi rêkeftineke di navbera PYD û ENKSê de ji aliyê Kurdan ve, di vê nîqaşa ku li Washingtonê berdewam dike de dê bi kêrî bihêzkirina aliyên alîgirên Kurdan bê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Omer Ehmed / Wêne: Rûdaw Grafîk

2026 sala pisporên bazarê ye

Bazar îsal ne cihê wan kesan e ku hewl didin bi asansorê û bi lez bigihin qata herî bilind a avahiyê