Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Golan a ser bi Semsûrê agir bi qasî 40 donim zeviya genim ket.
Li Bakurê Kurdistanê, bi hatina demsala havînê û çandiniyê agirên dexlûdan zêde bûne.
Li Taxa Fatîhê ya navçeya Serê Golan îro Pêncşemê 22yê Hezîrana 2023yan ji ber sedemên nayê zanîn agir bi zeviya 40 donimî ya Mustafa G. ket.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin û agir hat vemirandin.
Di encama agir de 40 donim genim şewitî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse