Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê 115 koçberên Sûrî, di deriyên Girê Spî û Serê Kaniyê re vegerandin ku di bin kontrola çekdarên girêdayî Tirkiyê de ne.
Li gorî medyaya nêzîkî opozisyona Sûriyê, duh hêzên ewlekariya Tirkiyê bi rêya herdu deriyên sînorî yên Girê Spî û Serê Kaniyê re 115 welatiyên Sûrî, şandin wan herdu bajarên Rojavayê Kurdistanê.
Tirkiyê ji destpêka vê mehê ve, vegerandina koçberên Sûriyê, ji bo nav xaka Sûriyê, zêde kiriye ku tenê di vê mehê de, 1300 kes di deriyê Bab El-Hewa re vegerandine parêzgeha Idlibê.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, duh gotibû, heta niha zêdetirî yek milyon koçberên Sûriyê, bi dilê xwe ji Tirkiyê vegeriyane welatê xwe. Erdogan gotibû, Welatiyên Sûrî dixwazin vegerin welatê xwe û bi dilê xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse