Ji zikê nexweşekî 16 mûçing û 8 derzî hatin derxistin

22-07-2025
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Nexweş Mûçing Derzî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Silêmaniyê ji zikê nexweşekî 29 salî bi emeliyateke serkeftî 16 mûçing, 8 derziyên dirûnê û 2 qeydên mûçingan hatine derxistin.

Alîkarê Birêvebirê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Silêmaniyê Dr. Mistefa Ebdulrehman li ser mijarê ji çapemeniyê re axivî.

Dr. Mistefa Ebdulrehman diyar kir ku nexweş bi gilî û gazincên giran ên êşa zik serî li beşa lezgîn daye.

Di encama rontgen û nirxandina klînîkî de, di zik û rûviyên nexweş de gelek tiştên biyanî hatin tespîtkirin.

Dr. Ebdulrehman diyar kir ku bi destwerdana neştergerî ya di bin anesteziya giştî de, ev tiştên navborî bi serkeftî ji valahiya zik hatine derxistin.

Ji zikê nexweşê 29 salî 16 mûçing, 8 derziyên dirûnê û 2 qilifên mûçingan hatin derxistin.

Hat diyarkirin ku emeliyat ne bi rêbazên wekî endoskopî û yên wekî wê, rasterast bi destwerdana neştergeriyê hatiye kirin.

Li gorî agahiyên derbarê bûyerê de hatine bidestxistin, tê nirxandin ku bi nexweş re nexweşiyeke psîkiyatrîk heye û ev tiştên navborî bi zanebûn daqurtandiye.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya nexweş baş e û dermankirina wî didome.

Dr. Ebdulrehman di daxuyaniya xwe de wiha got, “Mixabin bûyerên bi vî rengî ne kêm in.

Bi taybetî bi kesên ku nexweşiyên wan ên derûnî hene re, em gelek caran rastî rewşên bi vî rengî tên, hem di nexweşên zarok û hem jî di nexweşên mezin de.”

Hat ragihandin ku nexweşxaneyê derbarê bûyerê de şopandina psîkiyatrîk a pêwîst jî daye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst